BI DÎMEN

Li Elmanyayê çalakiyên 'dest nede vîna min'

Li bajarên Elmanya Frankfûrt, Koln, Freîbûrg û Kasselê çalakî hatin lidarxistin û rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî hat şermezarkirin.

Li bajarên Elmanya Frankfûrt, Koln, Freîbûrg û Kasselê çalakî hatin lidarxistin û rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî hat şermezarkirin.

FRANKFÛRT

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Frankfûrtê, bi sedan Kurd li hev civiyan û rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî şermezar kirin.

Meşa ji stasyona trenê ya navendî destpê kir, li meydana Opera ya berê veguherî mîtîngê. Di çalakiyê de dirûşmên "Destên xwe ji HDP'ê vekişîne", "Kujer Erdogan", "Ji darbeya Qesrê re Na" hatin qîrÎn.

Li ser navê NAV-DEM'ê Vîldar Dîrîk li vir peyivî û destnîşan kir, ku Kurdên li Ewropayê dijîn çawa xwedî li Kobanê, Şengal, Cizîr û Roboskî derketin, îro jî wê bi heman rengî xwedî li HDP'ê derkevin.

Dîrîk da zanîn, ku darbe li vîna bi mîlyonan mirovan hatiye kirin û got, "AKP, CHP û MHP êdî li lênûsa tarî ya dîrokê hatine nivîsandin. Weke Kurd û dostên wan ên li Ewroapyê dijîn, divê em têkoşîna xwe mezintir bikin û ji bo vegotina vê yekê ji raya giştî ya Ewropayê re, divê em seferber bibin."

Mîtîng bi xwendina belavoka NAV-DEM'ê qediya.

KOLN

Ciwanên kurd ên li eyaleta Nord Rheing Westfallenê dijîn li Kolnê meşiyan. Bi sedan ciwanên Kurd li nava kolanên Kolnê dirûşmên "Kujerê zarokan Erdogan", "Bijî HDP", "PKK" qîriyan.

Çalakgerên li Ebertplatzê li hev civiyan, ber bi Dêra Domê ya dîrokî ve meşiyan. Ciwanan di meşê de belavokên bi zimanê Elmanî amade kirin belav kirin û bang li gelê Elman kirin, ku Tirkiyeyê boykot bikin û ji bo bêhnvedanê neçin Tirkiyeyê. 

TJK-E, Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê û rêxistinên çep ên Tirkiyeyî jî destek dan meşê. Meş li Meydana Komê veguherî mîtîngê. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

Ji ciwanên beşdarî meşa li Kolnê bûn, Amed Argeş ê ji Dortmûndê hat û Canê Batman a ji bajarê Kleve hat bang li ciwanên Kurd kirin, ku li cihê lê ne dakevin qadan û çalakiyan lidar bixin.

KASSEL

Li Kasselê, bi armanca şermezarkirina darbeya Qesrê çalakiya "Dest nede vîna min" hat lidarxistin. Komek ji Kurdistaniyan saet di 18:00 de Meydana Stern a li navenda bajêr li trafîkê girt û komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, şermear kirin. Piştî çalakiya nîv saetê trafîk vebû û çalakgeran bi qîrîna dirûşmeyan, hikûmeta AKP'ê şermezar kirin.

FREÎBÛRG

Rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî û hewldanên ji bo avkairina kampa DAIŞ'ê li Teroyan, li bajarê Elmanya Freîbûrgê çalakiyeke şermerzarkirinê hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê NCDK-Freîbûrg, Dergaha Çanda Elewiyan a Freîbûrgê û Komuna Jinê ya Nûda ve hat organîzekirin û tevî rêxistinên çep ên Elman bi sedan kes beşdar bûn.

Girseya gel a li Kartoffelplatzê li hev civiya, ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de dirûşmên "Faşîst Erdogan", "Terorîst Erdogan", "Bijî HDP" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn û belavok hatin belavkirin.

Li ser navê girseya gel a li Agûstînerplatzê li hev civiya, belavoka NAV-DEM'ê hat xwendin. Piştre çalakger li Kartoffelplatzê vegeriya û li dû deqeyeke rêzgirtinê ya li vê derê, çalakiya xwe qedandin.

...