Li Semsûrê serdanên ji bo şîna Onder dewam dikin
Li Semsûrê girseya gel serdana qada şînê kir ku ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê û Serokwekîlê Meclîsê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder hate danîn.
Li Semsûrê girseya gel serdana qada şînê kir ku ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê û Serokwekîlê Meclîsê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder hate danîn.
Şîn li taxa Karapinar a Semsûrê ji aliyê malbata Onder û DEM Partiyê ve hate danîn. Endamên Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Komeleya Piştevanî û Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Şaxên Semsûrê, Platforma Şaxên Semsûrê yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), rêxistinên DEM Partî û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ên bajêr û gelek kes ji şêniyên bajêr serdana qada şînê kirin.
Şaredarê Semsûrê yê ji Partiya Gel a Komarê (CHP) Abdûrrahman Tûtdere û endamên meclîsa şaredariyê jî serdana şînê kirin.
Birayê Sirri Sureyya Onder Alî Onder, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, Parlamenterên DEM Partiyê û Rêxistina Bajarê Semsûrê ya DBP'ê serdanên sersaxiyê pêşwazî dikin.