MPKE darbeya destnedanê bi tundî rexne kir
Raportorên Tirkiyeyê yên MPKE Ingebjorg Godskesen û Nataşa Vûckovîc, ji be rakirina destnedanê bi tundî Tirkiye rexne kirin.
Raportorên Tirkiyeyê yên MPKE Ingebjorg Godskesen û Nataşa Vûckovîc, ji be rakirina destnedanê bi tundî Tirkiye rexne kirin.
Raportorên Tirkiyeyê yên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Ingebjorg Godskesen û Nataşa Vûckovîc dan xuyakirin, ku ji ber rakirina destnedanê, ew ji dozên li hemberî 138 parlamenteran bên vekirin, bi fikar in.
Raportoran diyar kirin, rakirina destnedanê wê bandoreke ne wekhev li partiyên li Meclîsê bê kirin û hat bibîr xistin, ku 53 ji 59 parlamenterên HDP'yî bi sûcdariyên potansiyel ve rû bi rû ne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji ber rakirina destnedanê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamê MPKE Ertûgrûl Kurkçu, Hişyar Ozsoy û Feleknas Ûca bi xeteriya dozên li hemberî wan bên vekirin re rû bi rû ne û hat destnîşankirin, ev yek wê bandorê li temsîliyeta demokratîk bike. Raportoran diyar kirin, biryar (rakirina destnedanê) wê zearê bide jyana parlamenteriyê ya li Tirkiyeyê û gotin, "Destnedana parlamentrean derfetê dide nûnerên hatine hilbijartin ku erka xwe bi cih bînin û bêyî xwe ji dijberan û dadgehan vegirin, karê xwe bimeşînin."
Raportoran işaret bi gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê bi taybetî pirsgirêka Kurd kirin û dan zanîn, ku rakirina destnedanê 'rewşa siyasî ya guncaw' a ji bo çareseriya van pirsgirêkan ji holê rakiriye.
Raportorên MPKE diyar kirin, ew ê dozên li hemberî parlamenterên destedana wan hatine rakirin ji nêz ve bişopînin û li bendê ne ku doz li gorî pîvanên Konseya Ewropayê werin meşandin.