Li Hambûrgê meşa ciwanan
Di pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad de li Hambûrgê bi şîara “Li dijî faşîzma AKP’ê bi ruhê Hakî Karer û Kemal Pîr berxwedana enternasyonal” meşek hate lidarxistin.
Di pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad de li Hambûrgê bi şîara “Li dijî faşîzma AKP’ê bi ruhê Hakî Karer û Kemal Pîr berxwedana enternasyonal” meşek hate lidarxistin.
Di meşê de li dijî derbeya Qesrê ya bi piştgiriya AKP, MHP û CHP’ê banga berxwedanê hate kirin.
Di çalakiya saet 15.00’an li navçeya Harbûrg a Hambûrgê destpê kir de bi sedan kes amade bûn. Di pêşiya meşê de jinên ciwan cihê xwe girtin. Di axaftinên li ser navê Ciwanên Azad de hate diyarkirin ku wek ciwanên enternasyonel şoreşger ên li Ewropayê dijîn, dixwazin bi mîrateya Hakî Karer û Kemal Pîr di zikê kapîtalîzmê de vê şoreşê bibin serkeftinê.
Piştre li ser navê DÎDF’ê axaftin hate kirin, peyama piştgiriya bi HDP’ê re hate dayîn.
Nûnerên Hewldana HDK-E Hambûrgê jî bi bîr xistin ku wê ti sîstem nikaribin çokan li têkoşîna azadiya gelê Kurd bişkînin, banga mezinkirina berxwedanê li tevahî şoreşger û demokratan hate kirin.
Di domahiya meşa heta semta Heîmfeldê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “PKK Gel E, Gel Li Vir E” hatin berzkirin.