Li Hannoverê mîtînga ‘Xwedîderketina Îradeyê’

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi armanca protestokirina derbeya Qesrê, mîtînga “Xwedîderketina Îradeyê” hate lidarxistin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi armanca protestokirina derbeya Qesrê, mîtînga “Xwedîderketina Îradeyê” hate lidarxistin.

Girse ya saet 13.00’an l istasyona trenê ya li Hannoverê civiya, dîktatortiya AKP’ê protesto kirin. Di mîtînga ku NAV-DEM, Meclîsa Jinê ya Ronahî, DÎDF, Dîe Lînke û Friedensburo Hannover amade bûn de, pankartên “Dest nede îradeya min” û “Bijî HDP” hatin vekirin.

Her wiha ji bo xebatkara Stêrk TV Aysel Avesta ku pêr li Başûrê Kurdistanê hatibû binçavkirin jî daxwaza azadiyê hate ziman.

Di çalakiya ku dirûşmeyên “Bijî HDP”, “Qatil AKP” hatin berzkirin de belavok hatin xwendin û belavkirin.

...