Gel bi girseyî beşdarî merasîma bîranînê bû. Di merasîmê de bal kişandin ser jiyana têkoşînê ya Onder, aliyê wî yê hunerê û tevkariyên wî yên ji bo aştiyê.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê û axaftina vekirinê destpê kir. Hate destnîşankirin ku Onder tenê siyasetmedarek nîne, di heman demê de bi nasnameya xwe ya hunermendiyê jî civak bandor kiriye.
Di axaftina ji aliyê Serokê Meclîsê ve hatî kirin de, hate diyarkirin ku wî gelek tevkarî li pêvajoya aştiyê kirine û hate bilêvkirin ku Onder di dile gelê Kurd de weke qasidê aştiyê cih girtiye.
Di merasîmê de peyama Rêber Apo ya ji bo Sirri Sureyya Onder, hate xwendin.
Piştre li ser jiyan û têkoşîna Sirri Sureyya Onder sînevîzyon hate temaşekirin. Di eywana bîranînê de ji bo Onder quncikek hate veqetandin û ji bo ku beşdarvan hest û fikrên xwe parve bikin, sernivîseke bîranînê hate amadekirin.