Fermandarê Hêzên Navendî yên DYA Votel serdana Rojava kir
Fermandarê Hêzên Navendî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Joseph Votel li herêma Kobanê hin hevdîtin kir.
Fermandarê Hêzên Navendî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Joseph Votel li herêma Kobanê hin hevdîtin kir.
Fermandarê CENTCOM'ê General Joseph Votel û rayedarên leşkerên DYA'yî yê pê re, çûn Kobanê û bi fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku YPG jî di nav de ye, hevdîtin kir. Hat ragihandin, Votel bi rayedarên siyasî yên Rojavayê re jî rûniştiye.
Nûnerê Taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Barack Obama Bret McGurk, serdana Votel a li Rojava piştrast kir. McGurk di hesabê xwe yê twîtterê de ev peyam nivîsand: "Di dema ku DAIŞ xwe di nava tarîtiya kûr vedişêre de, General Votel li Sûriyeyê bû."
Tê gotin, di hevdîtinên General Votel ên li Rojava de, li ser operasyona mezin a Reqqayê ya li hemberî DAIŞ'ê hatiye rawestîn. Hat ragihandin, di hevdîtinan de xurtkirin û zêdekirina têkiliyên navbera DYA, YPG û Hêzên Sûriyeyê Demokratîk hatiye nirxandin.
Generalê DYA'yê Joseph Votel ji herêmeke nehat eşkerekirin, bi helîkopterê derbasî Rojava bû.
Serdana Votel serdana destpêkê ya asta herî bilind a ji bo Rojava ye.