ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Gîresûnê çalakiya li dijî Qereqola Jendermeyan
Li navçeya Guce ya Gîresûnê, duh bi şev li hemberî Qereqola Jendermeyan çalakiyek hat lidarxistin. -
3. Kongreya NCDK-Dusseldorfê hat lidarxistin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dusseldorfê (NCDK-Dusseldorf) 3. kongreya xwe ya asayî lidar xist. -
Gemsîz a li şaneşîna xwe ji aliyê polîsên Qesrê hate gulebarandin jiyana xwe ji dest da
Pinar Gemsîz a ji aliyê çeteyên Qesrê li şaneşîna mala xwe hate gulebarandin, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gaziosmanpaşayê jiyana xwe ji dest da. -
Li Stenbolê şer: Polîsên Qesrê gule li jineke sivîl reşandin
Li Sultangaziyê di navbera çeteyên Qesrê û ciwanan de şer derket. Çeteyan jina bi navê Pinar Gemsiz, bi guleyê ji zikê wê birîndar kirin. -
Cejna zimanê Kurdî li Parîsê bi aktivîteyekê hate pîrozkirin
Li Parîsê cejna zimanê Kurdî li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya bi aktivîteyekê hate pîrozkirin. -
Li Lûzern û Bernê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn
Li bajarên Lûzern û Bern ên Swîsreyê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Topçû li Marîgnanne sersaxî û mewlûd
Ji bo gerîlayê HPG’ê Kamûran Topçû (Agir Kop) ê li gundê Xînzor ê girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê 5’ê Gulana 2016’an di şerê bi hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Marîgnanne sersaxî hatin qebûlkirin û mewlûd hate dayîn. -
Malbatên Pirsûsê Goristana Gazî ziyaret kirin
Malbatên Pirsûsê, gorên li Gazî yên bûn hedefa polîsan ziyaret kirin, gul çandin û wêneyên şehîdên Pirsûsê li şûna wan bi cih kirin. -
CRA: Di nava 15 rojan de 8 rojnamevan hatin binçavkiri, 5 hatin girtin
CRA diyar kir, di nava 15 rojên destpêkê yên meha Gulanê de 8 rojnamevan hatine binçavkirin, 5 jê hatine girtin û 4 jî di binê çavan de îşkence li wan hatiye kirin. -
Li Parîsê çalakiya 'dest nede wekîlên min'
Li paytexta Fransa Parîsê, mîtînga 'dest nede wekîlên min' hat lidarxistin. Di mîtîngê de banga 'em xwedî l vîna xwe derkevin' hat kirin û hat destnîşankirin, ev sîstema zilmê wê têk biçe. -
Ji HDK-Ewropayê plansaziya çalakiyan
Hewldana HDK-Ewropa, bi armanca şermezarkirina hewldana rakirina destnedanê wê ji 16'ê Gulanê roja Duşemê heta 19'ê Gulanê çalakiyên protestoyî lidar bixe. -
Komeleya Elewiyan a Demokratîk li Toûloûse şeva piştgiriyê lidar xist
Komeleya Elewiyan a Demokratîk a li bajarê Fransa Toûloûse, şevek piştgirtiyê lidar xist. -
HDK-F ji bo çalakiya 16'ê Gulanê banga tevlîbûnê kir
Kongreya Demokratîk a Gelan li Fransayê (HDK-F), li dijî hewldana rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî, ji bo çalakiya sibe ya li pêş Konsolosxaneya Tirk banga tevlîbûnê kir. -
'Em destekê didin berxwedana xwerêveberiyê'
Komite Internazionalistak a li Baskê, berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê silav kir. -
Çagla Seven: Ez bi hêza muzîkê hatim ser xwe
Doktor Çagla Seven a di komkujiya li Pirûsê de bi giranî birîndar bû, hewl dide bi muzîkê ve xwe li jiyanê bigire. Seven wê roja Duşemê konsera we ya destpêkê pêk bîne. -
Di mijara destnedanê de AKP xwe li şerha mûxalefetê jî ranagire
Di şerha HDP'ê ya têkildarî guhertina destnedanê de gotinên, "komkujî, erdnîgariya Kurdan, komkujiya sivîlan, gerîla, Birêz Ocalan, înfaz, amadekariya şer a hikûmeta demî" li sansura AKP'ê aliqî. -
Demîrel: Em ê li civata giştî bin û mûxalefeta xwe bidomînin
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel da xuyakirin, ku di dema nirxandina pêşnûmeya li ser destnedanê de ew ê li civata giştî ya Meclîsê bin û got, "Em ê mûxalefeta xwe bidomînin." -
Li Hambûrgê ji bo mafê îltîcayê meş
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi hezaran kes li ser banga zêdetirî 70 saziyan li hev kom bûn, bi armanca protestokirina qewitandina penaberan meş li dar xistin. -
Li Sydneyê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. -
‘Ji girtiyê nexweş Ergîn Aktaş re azadî’
Di çalakiya Stenbolê ya ji bo girtiyên nexweş de ji bo Ergîn Aktaş ê di hucreya yekkesî tê ragirtin, azadî hat xwestin. -
Li Swêdê konferansa "Têkoşîna azadî û wekheviyê ya li Kurdistanê"
Li Swêdê konferansa "Têkoşîna azadî û wekheviyê ya li Kurdistanê" hat lidarxistin. Di konferansê de bal hat kişandin ser êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê û hat destnîşankirin, ku divê dewleta Tirk bê darizandin. -
AKP heyfa têkçûnê hiltîne: 8 girtî, 20 binçavî
Operasyonên qirkirina siyasî li Şirnex, Riha, Agirî û Edeneyê dewam kirin. -
Kurdan li Fransayê rê nedan faşîzmê
Kurdan li herêma Redon a Fransayê konferansek lidar xistin, lê faşîstan xwestin êrîşî wan bikin. Li ser bingeh xweparastinê gel bersiv da êrîşê û êrîşkar qewirand. -
AKP li qehweyan li leşkerên bi pere şer bike digere
AKP/Qesr, ji bo di şerê xwe yê kirêt ê li Kurdistanê de bi kar bîne, hewl dide bi berdêla pereyan leşkeran peyda bike. Lê dike nake nikare peyda bike. -
Li Marsîlyayê çalakiya standê ya TEV-ÇAND'ê
Meclîsa TEV-ÇAND'ê ya Marsîlyayê, ji bo balê bikişîne ser tecrîda şidandî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi çalakiya standê kir.