BI DÎMEN

Li Strasbourgê çalakiya ‘Dest nede îradeya min’

Li Strasboûrgê bi hezaran Kurd, Fransî, Elewî û çepgir li peşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk kom bûn û çalakiya protestoyî li dar xistin.

Girseya ku li Place Klêberê di saet 14.00’an de kom bû, ber bi Sefaratxaneya Tirk ve meşiya. Di çalakiyê de li gel Endamên Rexistina Çepgirên Fransayê, Endamên Komaleya Piştgiriya Kurd, Endamên Komaleya Elewiyan û Rexistinên Çepgir ên Tirkiyeyî,  nezî 200 kesî kom bûn.

Çalakvanan pankarta ‘Dest nede parlamenterê min’ û ‘Dest nede Îradeya min’ rakirin, her wiha dirûşmeyên ku dîktatoriya AKP’ê şermezar dikin berz kirin, sirûdên şoreşê gotin.

Her wiha, polîsên Fransî jî ewlekariyek mezin girtibûn, bendên ku li peşiya Seferatxaneyê hatibûn danîn jî bal dikişand.

 

...