ROJANE
Hemû Nûçe
-
Şehîda destpêkê ya YPJ'ê Silava li Viyanayê hat bîranîn
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, şehîda destpêkê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Silava hat bîranîn. -
Pirtûka Ocalan li Îngilîstanê hat nasandin
Bergê destpêkê yê rêze pirtûkên Manîfestoya Civaka Demokratîk ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek navendên Îngilîstanê hat nasandin. Eleqeyeke mezin ji bo danasînê hebû. -
'Li dijî desthilatdariyê, em li hev bicivin'
Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya, ku di nava 2 mehan de zêdeyî 50 lêpirsîn û doz lê hatin vekirin bang xurtkirina piştgiriyê li rojnamevanan kir. -
'Xala demî berhema feraseta darbeyê ye'
Parêzer Mesût Beştaş da xuyakirin, rakirina destnedana parlamenteran bi xala demî ya destûra bingehîn re, rewşek li dijî hiqûqê ye. -
Li dijî êrîşên qirkirinê peyamên ‘ji nû ve avakirinê’
Koma Endezyarên Welatparêz Şoreşger Demokrat, Plansazên Avahîsaz û Bajêr di Desteya Giştî ya TMMOB’ê de danezanek weşandin, destnîşan kirin ku li Kurdistanê li dijî êrîşên qirkirinê wê xebatên ji nû ve avakirinê bidomînin. -
Li Helsînkiyê ji bo Nisêbînê piştgirî
Kurd û dostên wan ên li Helsînkiyê ji bo Nisêbîn a ku êrîşên qirkirinê li ser heye banga hestiyariyê kirin. -
Li Romayê ji bo Nisêbînê çalakiya dagirkirinê
Li paytext Romayê li dijî êrîşên qirker ên li Nisêbînê çalakiya dagirkirinê hate lidarxistin. -
Artêşa Iraqê dor li Fellûceyê girtiye
Operasyona artêşa Iraqê ya ji bo derxistina bajarê Fellûce ji destê DAIŞ'ê gihaşt qonaxeke girîng. Bajar ji aliyê artêşê ve hatiye dorpêçkirin. -
Li Eren Keskîn û Reyhan Çapan cezayê girtinê hat birîn
Li rojnamevan Eren Keskîn û Reyhan Çapan cezayê ragirtina li girtîgehê hat birîn. -
Li hember Kurdan û dostên wan operasyonên qirkirina siyasî
Operasyonên qirkirina siyasî li Amed, Mûş, Îzmîr û Denîzliyê dewam kirin. -
'Di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de 283 hezar kes mirin'
Li gorî rapora Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê, di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de, 283 hezar kes di nava 5 salan de jiyana xwe ji dest dane. -
Danîmarka li dijî 'qanûna darbeyê' ya Qesrê kete nava tevgerê
Parlamenta Danîmarkayê li dijî darbeya li hemberî HDP'ê kete nava tevgerê. Siyasetmedarên Danîmarkî yên ji rakirina destnedanê bi fikar in gotin, ew ê mijarê bixin rojeva Yekîtiya Ewropayê. -
Partiya Çep a Swêdê: Dem hatiye PKK ji lîsteya 'terorê' ya YE bê derxistin
Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîka Derve Hans Lînde destnîşan kir, ku dem hatiye PKK ji nava 'lîsteya rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewropayê (YE) bê derxistin. -
Hejmara penaberên li Derya Spî fetisîne, ji hejmara fermî zêdetir e
Li ser dramên penaberan ên Çarşemê û duh li derya navbera Îtalya û Lîbyayê qewimîn agahiyên nû bi dest ketin. Ev agahî nîşan didin, hejmara mirovên di van karesatan de jiyana xwe ji dest dane, gelekî zêdetir e. -
Hovîtiya AKP'ê li Stûttgartê hat şermezarkirin
Li bajarê Elmanya Stûttgartê endamên Ciwanên Azad, Jinên Ciwan ên Azad û çep ên Elman (AntîFa) li dijî wehşeta AKP'ê meşiyan. -
Ciwanên Kurdistanî yên li Parîsê ji bo Nisêbînê meşiyan
Ciwanên Kurdistanî yên li paytexta Fransa Parîsê dijîn, hewldana komkujiyê ya çeteyên Qesrê li Nisêbînê dikin, şermezar kirin. -
Kurdên li Marsîlyayê balafirgeh dagir kirin
Li bajarê Fransa Marsîlyayê, komek ji çalakgeran ji bo bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiya li Nisêbînê şermezar bike, çalakiyeke dagirkirinê lidar xistin. -
Bi hezaran kes ji bo Nisêbînê daketin kolanan
Li gelek bajarên Ewropayê, bi hezaran kes li dijî hewldana komkujiyê ya dewleta Tirk li Nisêbînê dike, daketin qadan. -
Li Baselê li dijî qetlîama Nisebînê protesto
Kurdistaniyên li paytexta Swîsre Baselê dijîn, êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê protesto kirin. -
Li Munîhê protesto: Bêdengî cesaretê dide AKP û Erdogan
Kurdistaniyên li Munîhê, hewldana qetlîamên li ser Nisebînê protesto kirin û bal kişandin ku bêdengî AKP/Qesrê wêrek dike. -
Ji partiyên Danîmarkayî protestoya ‘AKP/Qesrê’
Partiyên çepgir ên li Danîmarkayê, ji bo protestokirina derbeya AKP/Qesrê, tevlî mîtîngê bûn. Partiyan ji ber biryarê daxwaza şermezarkirina dewleta Tirk kirin. -
Li Wûppertal û Ûlmê çalakiyên 'dest nede vîna mîn'
Rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, li bajaên Elmanya Wûppertal û Ûlmê hat şermezarkirin. -
7. Rojên Fîlmên Kurd a Hambûrgê bi 'Sara' destpê kir
Di destpêka 7. Rojên Fîlmên Kurd a Hambûrgê de, ewilî belgesela li ser jiyana şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz a bi navê 'Sara-Jiyana min her şer bû' hat nîşandan. -
Gelo îdareya girtîgehê jehrê dide girtiyên siyasî?
Li saziyên fermî yên Tirkiyeyê ku bi fermana AKP/Qesrê dimeşin, bêtehemûliya li hemberî têkoşîna gelê Kurd her zêde dibe. -
'Kiryarê komkujiya Pirsûsê desthilatdariya AKP'ê ye'
Hevserokê SGDF'ê Yuzgeç belgeyên li ser komkujiya Pirsûsê nirxand û got, "Belge, tiştên ev 10 meh in em dibêjin, piştast dikin. Kiryarê vê komkujiyê desthilatdariya AKP/Qesrê ye. Dem ew dem e ku em têkoşîna edaletê veguherînin têkoşîna mîlyonan."