Fermandarê YPS'ê Kûrtay Besta hat bîranîn
Li paytexta Elmanya Berlînê, fermandarê YPS'ê Kûrtay Besta yê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da û hemû şehîdên YPS'ê hatin bîranîn.
Li paytexta Elmanya Berlînê, fermandarê YPS'ê Kûrtay Besta yê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da û hemû şehîdên YPS'ê hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Berlînê pêk hat û bi dehan kes beşdar bûn. Di bîranînê de nameyek li ser kurte jiyana Kûrtay Besta hat xwendin.
Ferdên malbatê li vir mafê axaftinê wergirtin û anîn ziman, Besta yê di sala 2010'an de ket girtîgehê, piştre tevlî nava refên YPS'ê bû.
Ferdên malbatê dan zanîn, ku Kûrtay Besta di 12'ê Nîsanê de di dema çalakiyeke fedaî de şehîd ket û ew ê hewl bidin xwedî li bîranîna Besta derkevin.
Di merasîma bîranînê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan têkildarî şehîdên meha Gulanê axaftin hat kirin. Li dû nîşandana sînevîzyonê merasîm bi belavkirina xwarina xêrê bi dawî bû.