BI DÎMEN

NCDK-Swêd: Bila CHP ji Sosyalîst Enternasyonalê bê derxistin

Li Stockholmê, têkildarî rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê daxuyaniyek hat dayîn û ev darbeya li dijî HDP'ê hat şermezarkirin.

p>Kurdistanî û Tirkiyeyî li meydana Sergel a Stockholmê li hev civiyan û li ser rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê (NCDK-Swêd) daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji bo rakirina parlamenterên HDP'yî yên endamê Sosyalîst Enternasyonal in, tevî AKP û MHP'ê CHP'ê jî dengê 'erê' bi kar aniye û hat xwestin, CHP ji nava Sosyalîst Enternasyonal were avêtin.

Hevseroka NCDK-Swêd Ayşe Goktepe diyar kir, bêdengiya Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Swêdê ya li pêşberî darbeya Qesrê ne ya qebûlkirinê ye û bang li Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom kir, ku dawî li vê bêdengiya xwe bîne û Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên bajarê Kurdan xera kirine û hewl didin HDP'ê tesfiye bikin, şermezar bike.

Li ser navê KNK'ê Karwan Seîd li vir axivî û anî ziman, bi rakirina destnedana parlamenteran ve xebatên legal ên gelên bindest û gelê Kurd hatine astengkirin.

Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Danîel Rîazat jî got, "Hikûmeta Tirk dixwaze HDP'ê ji parlamentê bavêje û parlamenteran bigire. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Di heman demê de CHP ku partiya birya ya Partiya Karker a Sosyal Demokrat e, di dengdanê de ji bo rakirina destnedanê dengê 'erê' bi kar anî. Di vê rewşê de berpirsyariya sosyal demokratên li Swêdê û Ewropayê ye, ku ji Tirkiyeyê hin daxwazan bike."

Rîazat banga derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'terorê' kir û got, "Eger PKK ne di lîsteya 'terorê' ya Yekîtiya Ewropa û DYA de bûya, wê Erdogan û hikûmeta AKP'ê ewçend bi hêsanî nikarîbûna destnedana parlamenterên HDP'ê rake. Me êrîşa li hemberî HDP'ê xistin rojeva parlamentê, em ê di hefteya pêş de careke din bixin rojevê."

Redaktorê rojnameya heftane ya bi navê Mîljomagasînet ozanê gel Ronald von Malmberg da xuyakirin, ku hewldana derxistina HDP'ê ji parlamentê û bombekirina bajarên Kurdan ji bo siberoja demokrasiyê xetere nirxand û got, "Em nikarin li pêşberî vê bêdeng bin. Divê em bi rengekî xurt protesto bikin."

Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt jî di daxuyaniya xwe ya ji bo Radyoya Dewletê de bang kir ku Swêd rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê bi xurtî şermezar bike û Sefîrê Bilind ê Tirk bîne Wezareta Karên Devre.

...