Ji bo darizandina Erdogan ji NY re 50 hezar îmze
Kampanyaya îmzeyan a ji bo darizandina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, li Cinêwê bi mîtîngekê bi dawî bû.
Kampanyaya îmzeyan a ji bo darizandina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, li Cinêwê bi mîtîngekê bi dawî bû.
Kampanyaya îmzeyan a di pêşengtiya Koordînasyona Ewropa ya Sosyalîst Yenîden Kuruluş Partîsî (SYKP) de bi navê “Erdogan bê darizandin” hate destpêkirin, li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi mîtîngekê bi dawî bû. 50 hezar îmzeyên ku hatine berhevkirin wê roja Sêşemê pêşkêşî Komîsyona Mafê Mirovan a NY bê kirin.
Kampanyaya îmzeyan a di pêşengtiya Komîsyona Ewropa SYKP’ê ya di Çileya 2016’an de bi navê “Tayyîp Erdogan di qada Dadgeha Ceza ya Navneteweyî de bê darizandin” hatibû destpêkirin, li pêşiya avahiya NY bi mîtîngekê bi dawî bû. Di çalakiyê de gelek pankartên ku çeteyên DAIŞ’ê maskeyên Erdogan li xwe kirine û bi gelek zimanan “Erdogan bê darizandin” hatin hilgirtin. Partiya Komînîst a Cinêwê, AABF, Solîdarîte, DEM-KURD jî di nav de gelek partî û rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan çalakiyê. Di mîtîngê de dirûşmeyên mîna ku “Meclîs hilweşe Erdogan di bin xirbeyan de bimîne” hatin qîrkirin. Di mîtîngê de Parlementerê berê yê HDP’ê Parêzer Hasîp Kaplan axivî û bi bîr xist ku li hember sûcê mirovahiyê wextekî derbab bibe nîne û wiha got: “Yên ku li hember gel qirkirin û qetlîaman dikin, berpirsiyarên van hemûyan ji kabîneya hikûmetê heta walî û endamên ewlekariyê giştî wê li Laheyê bên darizandin.” Kaplan nêzîkatiyên dewletên endamên YE û NY ya li hember Kurdên li herêmê tên qetilkirin jî rexne kir û wiha got: “ YE standartek dualî daniye. NY jî xwedî li nirxên xwe dernakeve. Her du alî jî bûyerên li wir diqewimin baş dizanin.”
Kaplan bal kişand ser destlênedayîna parlementeran jî û wiha anî ziman: “Ne yên ku nelirêtî û qetlîam kirine, dixwazin yên ku fikrên azad diparêzin di dadgehên ku ava kirine de daraz bikin. Lê, em ê hesabê dayika Teybet a cenazeyê wê 8 rojan li kolanê mabû û qetlîamên kirine bipirsin.”
Sekreterê Giştî yê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropa Bulent Ant jî di axaftinên xwe de welatên Ewropa û NY rexne kir û da xuyakirin ku ew bi xwe çavên xwe li “dîkratoriya Erdogan” nagirin û heta di vê mijarê de jî wêrek in. Ant li hember ‘Kampa koçberan” a ku dixwazin li Gurgumê jî ava bikin bertek nîşan da û wiha berdewam kir: “ Ev kampên ku dixwazin ava bikin ne ji bo koçberên ku ji ber şer reviyane, ji bo cihadîstên ku dibêjin em ê Elewiyan qetil bikin ava dikin. Dixwazin Elewiyan bihelînin û dubare dixwazin rê li ber koçberiyê vekin.”
Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Tûncay Yilmaz diyar kir ku roja Sêşemê bi daxwaza ku Erdogan bê darizandin, 50 hezar îmzeyên ku ber hev kirine wê pêşkêşî Komîsyona Mafê Mirova a NY bikin. Yilmaz wiha got: “Ev kampanya ji ber Erdogan piştgiriyê dide DAIŞ’ê û li bajarên Kurdan qetlîaman dikin û akademîsyen û parêzvanên Mafê Mirovan dadgeh dikin pêk hatiye.”
Piştre Pariya Komînîst a Cinêwê, Solîdarîte û DEM-KURD’ê jî di axaftinê xwe de nerazîbûnên xwe li dijî destlênedayîn û oparesyonên leşkerî yên li herêmê tên meşandin anîn ziman. Her wiha di mîtîngê de peyamên Prof. Dr. Noam Chomskî û Prof. Norman Peach jî hatin xwendin.