Koreya Bakur tetbîqata li dijî êrîşa nukleerî pêk anî

Li Koreya Bakur tatbîqeta li dijî êrîşa nukleerî ya muhtemel a li hemberî Koreya Başûr û DYE’yê hat pêkanîn. Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un bi xwe tetbîqata leşkerî bi rê ve bir.

Tetbîqet roja Pêncşemê piştî ceribandina fûzeyên balîstîkî yên menzîla wan kûrt pêk hat. Ajansa fermî KCNA’yê ragihand ku di tetbîqetê de sîstema roket û fûzeyên balîstîk taktîkî hatine bikaranîn û diyar kir ku tetbîqet gihîştiye armanca xwe.

Helwestên Neteweyên Yekbûyî qedexe dike ku Koreya Bakur xwedî fuzeyên balîstîk be. Lê Pyongyang demeke dirêj ev qedexe binpê kiriye.

Hatibû ragihandin ku di destpêka hefteyê de ku Kim Jong-un serdana kargehên cebilxaneyan kiriye û hilberîna topan lêkolîn kiriye û ev hilberîn di mehên dawî de gelekî zêde bûye.

Pyongyang, beriya niha bi demekê keştiya fûzeyan ya 5 hezar ton a bi navê ‘Choe Hyon’ xist xizmetê. Pispor, diyar dikin ku ev keştiya şer dikare fûzeyan ji deryayê bigihîne bejahiyê û hewayê.

Koreya Başûr bawer dike ku keştiya fûzeyan a nû ya Koreya Bakur bi piştgiriya Rûsyayê hatiye çêkirin. Di dema dawî de hevkariya leşkerî ya di navbera her du welatan de zêde bûye. Tê îdiakirin ku Koreya Bakur leşker şandiye nava yekîneyên Rûsyayê yên li Ûkraynayê.

Di serdana Pûtîn a sala borî de, Koreya Bakur û Rûsyayê peymana parastina beramber îmze kirin û avakirina pireke bejayî ya ku her du welatan bi hev ve girêdide destpê kiribû.