Li Viyana û Dresdenê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê û bajarê Elmanya Dresdenê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê û bajarê Elmanya Dresdenê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Di bîranîna bi rêzgirtinê destpê kir de siyasetmedarê Kurd Cûma Tak axivî. Tak, pêvajoya siyasî nirxand, piştre jî berxwedana pêşengên PKK’ê ya li zindanê vegot.

Aktîvîteyên bîranînê ya şehîdên meha Gulanê wê li Viyanayê dewam bikin. Pêşbirka Bîranîna Şehîdên Meha Gulanê ya ku her sal Ciwanên Azad organîze dikin, wê sibehê destpê bike.

DRESDEN

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê jî şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Di bîranîna bi rêzgirtinê destpê kir de li ser navê malbatên şehîdan ên li Dresdenê axaftin hatin kirin. Piştre jî li sînevîzyonê hate temaşekirin.

Hevserokê Meclîsa Saksenê têkîldarî şehîdên meha Gulanê axivî, endamên Ciwanên Azad ên li Dresdenê jî helbest gotin. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî PKK” bi dawî bû.

...