Li Lyonê hevdîtinên Weqfa Jinên Azad a Rojava

Nûnera Weqfa Jinên Azad a Rojava, li bajarê Fransa Lyonê hevdîtin hevdîtinan dike.

Nûnera Weqfa Jinên Azad a Rojava, li bajarê Fransa Lyonê hevdîtin hevdîtinan dike.

Nûnera Weqfê Roza, li ser vexwendina Koma Dostaniya Kurdan hat Fransayê û li bajarê Lyonê hin hevdîtinand ike.

Roza bi Şaredariya Herêma 7. a Lyonê re hevdîtin kir û bi rayedarên mezintirîn sendîkaya Fransayê CGT re rûnişt. Piştre beşdarî konferansa Tevgera Komunîst a Ciwan a Lyonê bû.

Duh êvarê jî beşdarî konferansa li Salona Şaredariya Lyon-Villebarne bû û li vê derê armancên Weqfê û rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê vegot.

Komeleya Mezopotamyayê ya li Lyonê, Koma Dostaniya bi Kurd û Kurdistanê re ya Fransayê, rojnamevan Selen Verrî û Magalî Magnîn jî destek dan civînê.

Piştî axaftinan, sînevîzyonek ji dîmen û wêneyên rojnamevanên çûn Rojava hatibû amadekirin, hat nîşandan.

Hevîtinên Weqfa Jinên Azad a Rojava li Lyonê dewam dikin.