NAV-DEM'ê ji bo meş û mîtîngên li dijî darbeyê bang tevlîbûnê kir

NAV-DEM'ê nerazîbûneke tund nîşanî darbeya li hemberî HDP'ê da û ji bo meş û mîtîngên li hemberî vê darbeyê werin lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

NAV-DEM'ê nerazîbûneke tund nîşanî darbeya li hemberî HDP'ê da û ji bo meş û mîtîngên li hemberî vê darbeyê werin lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) der barê darbeya bi fermana Qesrê û bi dengên AKP, CHP û MHP'ê hat kirin de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev her sê partî ji bo tinekirina siyasetmedar û siyaseta Kurdan bi hev re tevgeriyan e û hat gotin, "Di dîroka cîhanê de em ji mînakên Mûssolînî, Hîtler, Franko, Salazar û yên mîna wan zanin; heta ku di nava gelan de daxwaza azadiyê hebe, wê faşîzm ti carî mayînde nebe.

Çawa ku me duh ala têkoşînê li dijî faşîzmê bilind kir, em ê îro jî li dijî faşîzma Tirk a bi pêşengiya Erdogan, bi heman rengî li ber xwe bidin û ala azadiyê bi ser bixînin.

Divê gumana kesî nebe; eger dest bidin wesîlên vîna azad a gelên me, wê qat bi qat hesabê vê bidin.

Roj li dijî faşîmzê roja mezinkirina her şêwe berxwedana bi hev re ye.

Li dijî projeyên komkujiyan ên li hemberî gelên me, em ê bi hev re li kolanan nobedê bigirin.

Û em soz didin; heta faşîzm ji holê bê rakirin ev têkoşîna me wê neqede.

Wê ti sîstem nikaribe serî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bide tewandin. Em bang li gelê Kurd, hemû dostên xwe, şoreşger û demokratan dikin û dibêjin; li dijî darbeya faşîst a AKP'ê em bi hev re berxwedana xwe mezin bikin."

CIHÊ ÇALAKIYAN

Meş û mîtîngên li dijî darbeyên bê lidarxistin, bi vî rengî ne:

HAMBÛRG
Cih: Harburg-Bahnhof, 
Saet: 14.00

 HANNOVER
Cih: Hauptbahnof
Saet: 13.00

KOLN
Cih: Ebertplatz, 
Saet: 16.00

FRANKFURT
Cih: Hauptbahnof karsisi-Kaiser str, 
Saet: 15.00

FREIBURG
Cih: Kartoffelplatz, 
Saet: 16.00.