Rêxistinên mafan ji bo girtiyên nexweş banga reformê kirin

MED TUHAD-FED, TUAY-DER û Şaxa Amedê ya OHD’ê li pêşiya bînaya Edliyeya Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar dan û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên tevî ku înfaza xwe temam kirine û nayêne berdan.

Gelek xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘’Parastina jiyanê avakirina aşitiyê ye’’ hate vekirin û bang hate kirin ku tavilê pêvajoyeke reformê ya xwe dispêre mafên mirovan were destpêkirin.

Teksta daxuyaniyêji aliyê Sekreterê Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Ferat Koçeroglû ve hate xwendin û Koçeroglû bal kişand ser avaniya Saziya Tiba Edlî (ATK) ya dûrî bêrefbûn û serxwebûnê û da zanîn ku mafên jiyanê yên girtiyên nexweş bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin.

Koçeroglû diyar kir ku girtiyên nexweş nikarin tedawî bibin, di pêvajoyên taloqkirina cezayan de li rastî neheqiyan tên û ev yek li gorî biryarên DMME’yê weke êşkenceyê tên qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Amed û bajarên derdora wê herî kêm 89 girtiyên nexweş hene û rêxistinên civakî û hiqûqnasan bang li ATK’ê kirin ku dev ji van kiryarên xwe berde û daxwaza başkirina şert û mercên girtîgehan hate kirin.