Darbeya destnedanê Yekîtiya Ewropa xist nava fikaran

Darbeya destnedanê ya ji aliyê Tayyîp Erdogan û AKP'ê ve hat kirin, welatên Yekîtiya Ewropayê yên di berdêla peymana penaberan de danûstandinan li ser serbestiya vîzeyê dikin, dixe nava 'fikar'an.

Parlamenterên mûxalîf ên çep jî li dijî bêdengiya hikûmetan a li hemberî Tirkiyeyê derdikevin.

Di civîna bilind a Wezîrên Karên Hundir a li Brukselê de biryarek têkildarî Tirkiyeyê hat wergirtin. Li gorî lihevkirina li vê derê, eger vîze bê serbestkirin jî, wê di dema pêwîst de karibe 'bê sekinandin'.

Li aliyê din, hikûmetên bi Tirkiyeyê re hevkariyeke xurt dikin, li hemberî darbeya destnedanê hişyarî dan.

Wezîrê Karên Hundir ê Awûstûryayê Wolfgang Sobotka yê ji Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) îdîa kir, ku bi rakirina destnedanê re wê hejmara penaberên Kurd ên li welatê wan, zêdetir bibe. Sobotka diyar kir, rakirina destnedanê ne ya qebûlkirinê ye û careke din destnîşan kir, ku serbestiya vîzeyê, bi Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê û bicihanîna hemû pîvanên hatine xwestin ve girêdayî ye.

Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maiziere jî 'endîşeyên xwe' bilêv kir û ragihand, ku ev yek dikare bandorê têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re bike. De Maiziere got, "Rewşeke bi vî rengî ya siyaseta navxweyî wê tehdeyê li têkiliyên me (du alî) bike."

ZIMMER: YÊN LI PÊŞIYA XEYALANÊN BÛYÎNA HÊZA SUPER ÊN ERDOGAN BÛN ASTENG, BI 'TERORÎZMÊ' TÊN SÛCDARKIRIN

Parlamenta Ewropayê nerazîbûneke tund nîşanî dewamkirina danûstandinên li ser serbestiya vîzeyê da.

Hevseroka Koma Keskan a Skandînavya-Çepa Yekbûyî ya Parlamenta Ewropayê Gabi Zimmer hişyarî da û got, "Li Tirkiyeyê gava di dorê de, avakirina sîstema serokatiya otokratîk a Erdogan e'. Zimmer bal kişand ser dosyayên destnedanê yên 50 ji 59 parlamenterên HDP'ê û got, "Ji ber ku li dijî xeyalên Erdogan ên bûyîna hêza super derketin, bi terorîzmê tên sûcdarkirin."

Gabi Zimmer di serî de Serokwezîra Elmanya Angela Merkel hişyarî da rêveberên Yekîtiya Ewropayê û got, "Divê serok û serokwezîrên dewleta Yekîtiya Ewropayê êdî hişyar bibin û bibînin ku bê kê re di berdêla çi de peymana penaberan a YE-Tirkiye pêk tînin."

Hevseroka Koma Keskan a Parlamenta Ewropayê Rebecca Harms jî diyar kir, Tirkiye gav bi gav ji demokrasî û pîvanên dewleta hiqûqê dûr dikeve. Harms destnîşan kir, ku Serokkomarê Tirk Erdogan bi helwesta xwe ya li ser mijara destnedanê re nîşan daye, di mijara peymana li ser penaberan de jî partnerekî baş nîne.