Li Marsîlyayê ji koçberan meşa hevpar a protestoyî

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi armanca protestokirin û tehşîrkirina bazirganiya qirêj a li ser koçberan ku mabeyna welatên Yektîiya Ewropa û Tirkiyeyê pêk tê, meşeke havpar hate lidarxistin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi armanca protestokirin û tehşîrkirina bazirganiya qirêj a li ser koçberan ku mabeyna welatên Yektîiya Ewropa û Tirkiyeyê pêk tê, meşeke havpar hate lidarxistin.

Meş di pêşengiya NCD Marsîlyayê de bi Komeleya Piştgiriya Biyaniyan, saziyên mafê mirovan, anarşîst û antî faşîstan de bi beşdariya hezaran kesan destpê kir.

Di axaftinên meşê de ku ji Qada Canabîerê heta Vîeûx-Portê dewam kir, bal hat kişandin ku Tirkiye koçberan weke şantajekê bi kar tîne. Welatên endamên YE jî li hember van şantajan stûyên xwe xwar dikin, dibin hevparên sûcê mirovahiyê. Di axaftina de hate diyarkirin ku ti cudahî di navbera bazirganiya DAIŞ’ê ya li ser mirovan dike û deriyê koçberan ê Tirkiyeyê de nîne.

Çalakî bi dirûşmeyên “Qatil Erdogan, Hevkar Ewropa” û “Sînoran Rakin, Ji Koçberan Re Azadî” bi dawî bû.

...