Onder: Jiyana hevpar di nava xeteriyê de ye; divê em eniya demokrasiyê ava bikin

Parlamenterê HDP'ê Onder diyar kir, piştî wergirtina biryara darbeyê ya li Meclîsê, jiyana hevpar ketiye nava rewşeke xetere û li dijî vê yekê, avakirina eniyeke xurt a demokrasiyê pêşniyar kir.

Parlamenterê HDP'ê Onder diyar kir, piştî wergirtina biryara darbeyê ya li Meclîsê, jiyana hevpar ketiye nava rewşeke xetere û li dijî vê yekê, avakirina eniyeke xurt a demokrasiyê pêşniyar kir. Onder destnîşan kir, ku ew ê li dadgehan nîqaşa siyasî bimeşîn.

Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, li ser "darbeya destnedanê" ya AKP/Qesrê bi desteka CHP û MHP'ê pêk anî, ji ANF'ê re axivî.

Onder işaret bi xeteriyên piştî rakirina destnedana ji bo tesfiyeyê hat kirin û got, "Xeterî, hewldana krîmînalîzekirina bloka demokrasiyê, hêzên azadî û wekheviyê dixwazin e. Di dema nêz de wê weke pirsgirêkekê derkeve pêşiya gelan."

Onder hişyarî da û diyar kir, bendewariya ji jiyana hevpar di asteke cidî de dibe ku kêm bibe û got, "Xeterî ev e. Çareserî jî, avakirina eniyeke demokrasiyê ya berfireh dibe."

Onder da xuyakirin, Qesr jî bi van rê û rêbazên avakirina hegemonya xwe ve di heman demê de xwe dirizîne û got, "Lê belê ti şaşitî ji ber xwe ve rast nabe. Pêwîstî bi têkoşîneke rêxistinbûyîn, bi sebir, bi biryar û rast heye."

Onder da zanîn, ku rûniştinên dadgehan wê ji bo wan bibin kursiyên vegotinê û destnîşan kir, ku ew ê xwe li rûniştinên dadgehan weke sûcdaran neparêzin. Onder got, "Em wê wê derê bikin cihê nîqaşa siyasî û gel di vî warî de agahdar bikin."