Ciwanên Kurd sibehê li qadên Ewropa ne

Di pêşengtiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad de sibehê li Mannheîm, Hambûrg, Koln û Parîsê bi şîara “Li dijî faşîzma AKP’ê bi ruhê Hakî Karer û Kemal Pîr berxwedana navneteweyî” wê meş bê lidarxistin.

Ciwanan ji bo meşa wê sibehê hemwext bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin, gotin: “Em wek ciwanên Kurd ên wêrek ên li Bakurê Kurdistanê şer dikin û wek ciwanên enternasyonal şoreşger ên li Ewropayê, bi mîrateya hevrê Hakî Karer û Kemal Pîr, em ê di zikê kapîtalîzmê de serkeftinê rakin. Em bang li tevahî ciwanên şoreşger dikin ku bi me re têkoşînê bimeşînin û xwedî li mîrateya şehîdan derkevin.”

Cihên ku meş wê bên lidarxistin wiha ne:

MANNHEÎM 13:00 (Hauptbahnhof)

HAMBÛRG 14:00 (Hauptbahnhof)

KOLN 16:00 (Ebertplatz)

PARÎS 15:00 (Bastille)