Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

Êzidiyên li Ewropayê wê 10'ê Gulanê li Elmanyayê bi navê 'Şahiya Çanda Êzidxanê' şahiyeke girseyî bê lidarxistin.

Ji bo parastina çand û nasnameya Êzdatiyê saziyên civaka Êzidî zend û bend ba dan û festîvalekê lidar dixin.

Festîvala Çanda Êzidxanê di 10'ê Gulanê de li Navenda Çanda Êzidxanê li bajarê Lohne yê Elmanyayê tê lidarxistin.

Festîval xwedî bernameyeke dewlemend a çandî ye.

Hunermend Zinar Sozdar, Dîndar Efşiyo, Kewê, Îbo Qamişlo, Koma Rêwî û komên govendê wê tevlî festîvala bi navê 'Şahiya Çanda Êzidxanê' bibin.

Her wiha ji bo zarokan jî bi taybetî cihê lîstokan hatiye amadekirin û ji bo nasandina çanda Êzidxanê cihekî taybet wê were amadekirin.