KESK: Em yekgirtî bin!
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ozgen hişyar kir ku rakirina destlênedanan wê şer û kaosa li welêt kûrtir bike. Ozgen bang lig elan û hêzên demokratîk kir ku têkoşîna hevpar mezintir bikin.
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ozgen hişyar kir ku rakirina destlênedanan wê şer û kaosa li welêt kûrtir bike. Ozgen bang lig elan û hêzên demokratîk kir ku têkoşîna hevpar mezintir bikin.
Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî (KESK) Lamî Ozgen, derbeya Qesr/AKP’ê ya bi rakirina destlênedanên parlamenteran ji ANF’ê re nirxand.
Ozgen wiha axivî: “Beriya her tiştî, îro Meclîs li derveyî îradeya gel tevgeriyaye. Îradeya bi mîlyonan mirovan ji bo bicihkirina rêveberiya yekperest, otorîter, dîktatoryal bi rêya talîmata yekser û bi awayekî bêhiqûqî ji holê rakirin. Ev wê welat bibe faşîzm û dîktatortiyê. Ango, rêyên siyaseta demokratîk bi temamî ji holê rabûye.”
Ozgen bal kişand ku di şexsê HDP’ê de tevahî bindest, gel, hêzên demokrasiyê li derveyî Meclîsê hatine hiştin, wiha axivî:
“Ev biryara welat ber bi kaos, şer û faşîzmê bibe. Ev divê wisa dewam neke. Ji ber ku yên ji fezlekeyên salên 94’an şerm dikirin, 22 sal şûnde heman pratîk nîşan dan û ez bawer im wê her tim şerma wan li ser eniya wan be. Lê, ji aliyê demokrasiya vî welatî, jiyana hevpar a gelan û tevahî beşên bindest mirov dikare bibêje îro li Meclîsê derbeya Qesrê dîsa pêk hatiye.”
Ozgen got, “Yên ji bo rakirina fezlekeyan deng dan, wê nikaribin hesabê vê webala dîrokî bidin zarokên xwe” û wiha dewam kir: “Yên îro bi fikarên şexşî, aborî ev sîstema yek-zilam ji vî welatî re rewa dîtin, wê sibehê ji aliyê zarokên xwe bên lanetkirin.”
‘EM TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ MEZIN BIKIN’
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen banga têkoşîna hevpar kir, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê tevahî hêzên demokrasiyê, hêzên gelan, bi têkoşînek demokratîk, yekbûyî û hevpar ve li dijî vê faşîzmê têkoşîna xwe dewam bikin û mezin bikin. Gel dikarin bi têkoşînek wisa mafdariya xwe bidomînin. Ji bo ev praktîze bibe jî divê her beşên civakê bikeve nav hewldanan.”