'Li dijî darbeya faşîst em dakevin kolanan!

Bi pêşengiya HDK Ewropayê, gelek partî, komele, platform û saziyan li dijî darbeya Qesrê banga çalakiyan kirin. Di daxuyaniya hevpar de hat gotin, "Em ê bi ti awayî teslîm nebin" û hat destnîşankirin, ku divê berxwedan bê xurtkirin.

Bi pêşengiya HDK Ewropayê, gelek partî, komele, platform û saziyan li dijî darbeya Qesrê banga çalakiyan kirin. Di daxuyaniya hevpar de hat gotin, "Em ê bi ti awayî teslîm nebin" û hat destnîşankirin, ku divê berxwedan bê xurtkirin.

Hewldana Ewropayê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK-E), tevî gelek saziyan li dijî darbeya Qesrê ya bi piştgiriya AKP, CHP û MHP'ê hat kirin, banga berxwedanê kir.

Di daxuyaniya hevpar a nivîskî de hat ragihandin, hewl tê dayîn vîna 6 mîlyon mirovan bê tinekirin. Saziyan dan xuyakirin, ku ev yek gavek ji bo sorkirina şerê li Kurdistanê û bêhnçikandina li mûxalefetê ye û ev mesaj dan:

'EM NÎŞAN BIDIN KU EM Ê DESTÛRÊ NEDIN'

"Em ê şerê kirêt ê li Kurdistanê û teslîmiyeta li ser tevahiya civakê tê ferzkirin, qebûl nekin. Mîna 7'ê Hezîranê, wê hêza şoreşger û yekîtiya gelan HDP îro jî bibe tirsa dilê Qesrê û rejîmê. Di nava her şert û mercî de em ê teslîm nebin.

Li her cihê em lê ne, bi xurtkirina berxwedanê re em nîşan bidin ku em ê destûrê nedin polîtîkayên komkujiyê yên li Kurdistanê.

Em bang li gelên xwe û raya giştî ya şoreşger-demokrat dikin, ku li dijî darbeya faşîst dakevin kolanan û berxwedanê mezin bikin."

SAZIYÊN MORA XWE DANÎNE BINÊ BANGÊ

Saziyên mora xwe danîne binê banga ji bo çalakiyan:

Kongreya Civaka Demokratîk a li Ewropayê (KCD), Meclîsa Sirgûnan a Ewropayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM), Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon), Platforma Demokrasiyê ya Sosyalîst, Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), Tevgear Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), tevgera Çerkes a Demokratîk li Ewropayê, Federasyona Komeleyên Karker li Elmanya Federal (FÎDEF), Partiya Siberojê ya Kesk û Çep (YSGP), Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê, Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê, Platforma Derya Reşî yên Şoreşger, Komeleya Kareyiyên li Ewropayê (AVKAR), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Piştevaniya Sosyalîst li Ewropayê (SODAP), Komeleya Malbatên Windahî û Mexdûran (KOMAW), Partiya Ji nû ve Sosyalîst (SYKP), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Ciwanên Azad, Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê (FCÎK), Yekîtiya Koçgiriyan li Ewropayê, Komeleya Çewlik-Gexî-Dep, Komeleya Bergîsch Gladbach, Komeleya Hewldana Mereşê, HDK Berlîn, HDK Hambûrg, Komeleya Dijberên Qirkirina Dersîmê, Komeleya Kurmeşiyan, Cîhaneke lê bê jiyîn, Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ), Estîtuya Kurd, Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, Nor Zartonk Ewropa."