Demîrtaş: Ti hevalên me bi dildarî naçin îfadeyê

Hevserokên HDP’ê Yuksekdag û Demîrtaş piştî civîna komê daxuyanî dan. Demîrtaş got: “Ez bang li tevahî dozgeran dikim. Ji niha amadekariyên xwe bikin. Biryarên girtin, bi darê zorê birinê derînin. Ji ber em ê bi dildarî neyên.”

Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş piştî civîna komê daxuyanî dan.

Yuksekdag got: “Pêvajoyek dîrokî pêk hat, zîvirokek dîrokî derbas bû. Yên ji vê pêvajoyê bi serbilindî derbas bûn çêbûn. Di heman demê de yên ku difikirin bi tahkîmkirina siyaseta otorîter, zextker derbas bûne jî hene.”

Yuksekdag di axaftina xwe de got, bi awayekî eşkere li hember îradeya gel derbe çêbûye û wê vê qebûl nekin., got: “Li Meclîsê, perdeya dawî ya vê siyaseta derbeker hate lîstin.”

Piştî Yuksekdag, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş daxuyanî da û diyar kir ku têkoşîna wan hê nû destpê dike.

Demirtaş, anî ziman ku ti hevalên wan wê neçin îfadeyê nedin û wiha got: "Em li vir bang li dozger û dadgeran dikin. Ti hevalên me ji ber xwe nayên îfade nadin. Wekî tiştekî asayî em nêzîk nabin. Tenê bi zorê hevalên me wê bibin dadgehê. Meclîs malê gel e, ne malê ti kesî ye. Yên zêde ne em in, yên zêde kesên me li vir naxwazin in. Ji niha amadekariyên xwe bikin. Biryarên girtin, bi darê zorê birinê derînin. Ji ber em ê bi dildarî neyên. Em ê heta dawiyê li pey îradeya gelê xwe bin. Em ê ti carî teslîmî Qesrê nebin. Bi taybet divê ew siyasetmedarê erzan ê bajarokan ku li Qesrê rûdinê pêwîst e baş bizane, em nokên hesin in. Heta diran di devên te nemînin, em ê têbikoşin."