Li Kolombiyayê di encama hezazê de herî kêm 5 kes mirin

Hat diyar kirin ku li nêzî Medellîne ku duyemîn bajarê herî mezin ê Kolombiyayê ye hezaz çêbû. Di encama hezazê de herî kêm 5 kes mirin û 2 kes jî winda ne.

Rayedarên xwecihî ragihandin ku roja Pêncşemê hezaz çêbûye û di encamê de 5 kes mirine û 2 kes jî winda ne.

Weliyê Antioquiayê Andrew Julian Rendon li ser platforma X’yê daxuyanî da û ragihand ku tîmên rizgarkirinê li Sabanetayê cihê ku barana zêde rê li ber hezazê vekiriye û lehî rabûye wezîfedar kirine.

Di vîdeoyên ku li ser medyayên civakî hatine parvekirin, tê dîtin ku gelek malên li herêmê di bin avê de man e.

Şaredariya li herêmê hewl dide ji bo mexdûran stargeh dabîn bike. Li aliyê din xebatên rizgarkirin û lêgerîna windayan didome.

Saziya alîkariya afetê ya wezaretê got, "Jeolog, endezyar û xebatkarên civakî li cihê bûyerê ne. Makîneyên giran hatine seferberkirin."

Li Antioquiayê ji ber demsala baranê bi gelemperî hezaz çêdibin.