Li Japonyayê çalakiya ji bo HDP'ê

Kurdên li Japonyayê dijîn, li dijî biryara rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, li ber Sefaretxaneya Bilind a TC a li Tokyoyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di çalakiyê de, ku tedbîrên tund ên ewlehiyê hatin wergirtin, bi Kurdî û Japonî daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniya li ser rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê de hat gotin, "Li dijî darbeya Qesrê ya li hemberî vîna me hatiye kirin, em ê her tim bi wekîlên xwe û bi vîna xwe re bin."

Di dema çalakiyê de bi qasî sed kes amade bûn û alên HDP'ê ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de li Japonyayê bû yekemîn, hatin hildan.

...