Dixwazin yekane partiya mûxalîf a li Meclîsê tesfiye bikin

Parlamenterên HDP'ê nerazîbûn nîşanî guhertina destûra bingehîn a rakirina destnedanê dan û gotin, "HDP yekane partiya mûxalîf a li Meclîsê ye. Lewma dixwazin HDP'ê tesfiye bikin."

Parlamenterên HDP'ê nerazîbûn nîşanî guhertina destûra bingehîn a rakirina destnedanê dan û gotin, "HDP yekane partiya mûxalîf a li Meclîsê ye. Lewma dixwazin HDP'ê tesfiye bikin."

Têkildarî rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, ji wekîlên HDP'yî der heqê wan de fezleke hatine amadekirin ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin, ku hewl tê dayîn yekane partiya mûxalîf a li meclîsê ji holê were rakirin.

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran got, "Me berê jî gotibûn; eger ji wan heye ku bi rakirina destnedana parlamenteriyê re dikarin me ji têkoşînê vegerînin, ev xapandinek e. Parlamenteriya me dewam dike. Eger ji wan heye ku em ê bi bêdengî û serberjêrî derkevin pêşberî dadgeriya veguheriye 'komîsyona hiqûqê' ya AKP'ê, hingî xwe dixapînin. Lewma em ê bi xwe neçin îfadeyê nedin. Eger bi rastî jî dixwazin, bila werin me ji malên me bigirin. Divê zanibin; li pêşberî vê rewşa antî demokratîk em ê nekevin pozîsyona parastinê. Me dizî nekirine, karên ne li rê nekirine û tiştekî ku em nikarin hesabê bidin gel nîne. Lê me dît ku CHP bûye xeleka dawî ya darbeya qesrê. Bila nebêjin, qada me ya berxwedanê bi tenê meclîsê. Pêwîste hemû gel zanibin; yekane partiya îro li dijî darbeya qesrê li ber xwe dide, HDP ye. Pêwîste zanibe, em ê ji van armancên xwe venegerin."

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez da xuyakirin, ku rakirina destnedanê ji rêbaza amadekirina qanûnê heta qanûna ceza, ji her alî ve li dijî rêziknameya navxweyî ya Meclîsê ye û destnîşan kir, ku dema mijar destketiyên Kurdan be, qanûn û destûra bingehîn ji nedîtî ve tên.

Îrmez destnîşan kir, ku ew ê bi ti awayî neçin îfadeyê nedin û got, "Em dikarin bêjin, şaşîtiya herî mezin hatiye kirin. CHP, MHP û AKP wê hesabê vê şaşitiya dîrokî çi zû çi dereng bidin. Ev biryar di çarçoveya fermana Serokkomar de hatiye girtin. Careke din dixwazim bêjim; di vê der barê de em ê dosyayên xwe bişînin ji dozgeriyên pêwendîdar re, lê em ê neçin îfadeyê nedin."

Îrmez işaret bi dorpêçî û şerê li Şirnexê kir û got, "Ez dixwazim ji Serokwezîr Davûtoglû û Serokkomarê li Qesrê re bêjim; Hûn ê di destpêkê de hesabê vî şerê xwe bidin."

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan diyar kir, ew ê mijara darbeya destnedanê bibin ber destê dadgeriya neteweyî û navneteweyî û destnîşan kir, ku weke wekîlên HDP'yî ew ê ti carî meclîsê ji yên hewl didin wan derxînin, nehêlin.

Aslan got, "Em bi dengên gel hatin vê derê. Ne ji waliyê wan ve hatin wezîfedarkirin. Em ê bi gel re têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Ji ber ku pêvajoyeke hiqûqî nîne, pêvajoyeke siyasî ye, mafê wan nîne me darizînin."

Aslan da xuyakirin, ku ew ê heta dawiyê di helwesta xwe ya demokratîk de israr bikin û got, "Têkoşîna me ya hiqûqî ya li hemberî vê darbeya li dijî siyasetê, wê dewam bike. Em vê darbeyê weke darbeya tinekirina yekane mûxalefeta li parlamentê dibînin."

Aslan diyar kir, ji ber sekna bi serbilindî ya HDP'ê û mûxalefeta xwe ya rasteqîn, hewl tê dayîn bê tesfiyekirin û got, "Di dîroka meclîsê de yekemcar hemû gel û bawerî di bin sîwana HDP'ê de li hev civiyan û nûnerên xwe destnîşan kirin. Helwesta li hemberî HDP'ê, helwesteke dijminane ya li hemberî hemû gel û baweriyan e."