Ozturk a HDP'yî: Em bersivek mîna dema Kobanê bidin

Tûgba Hezer Ozturk a HDP'yî, di civîna gel a li Marsîlyayê de li dijî darbeyê banga berxwedanê kir.

Tûgba Hezer Ozturk a HDP'yî, di civîna gel a li Marsîlyayê de li dijî darbeyê banga berxwedanê kir.

Li Komeleya Kurd a li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi tevlîbûna Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer Ozturk civînek gel hat lidarxistin.

Di civînê de bi qasî 200 kes amade bûn. Ozturk di axaftina xwe ya li vir de diyar kir, têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd, sîstema kapîtalîst li gelemperiya Kurdistan û Rojhilata Navîn tevizandiye.

Ozturk xwest, mîna pêvajoya Kobanê bi serhildanan bersiveke xurt ji vê darbeyê re bê dayîn.

Civîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî HDP", "Bijî Kurdistan" bi dawî bû.