Li Parîsê rakirina destlênedana hate protestokirin

Li paytexta Fransa Parîsê, rakirina destlênedanên wekîlên HDP’ê bi meş û mîtîngê hate protestokirin.

Pêşengtiya meşa bi banga Hewldana HDK-Ewropa pêk hat, Ciwanên Azad a li Parîsê kir.

Di meşa saet 16.00’an li Qada Bastîlle destpê kir de pêkhateyên HDK’ê û FEDA, ATÎK, kovara ODAK, Mala Gel a Bazarcix Elbîstan, Komaleya Sinemlîler amade bûn.

Di meşê de dowîzên “ Dest nede wekîlên min” hatin rakirin, dirûşmeyên “Dîktator Qatil Erdogan” hatin berzkirin.

Dema meş gihişt qada Repûblûqûe, mîtîngek hate lidarxistin. Ji nûnerên HDK’ê yê li Fransayê Yûsûf Şahîn axaftinek kurt kir got: “CHP û MHP jî bûye fîguranên temamker ên faşîzma AKP’ê. Em ê serî li ber vê netewînin. Em ê li ber xwe bidin. Lê, divê yên li pişgirî dane êrîşên faşîst ên dîktatoriya Qesrê vê baş bizanibin, wê sibehê dor li we vegere. Bi taybet divê CHP vê baş bizane.”

Meş û mîtînga nêzî 2 saetan dom kir, bi dirûşmeyan bi dawî bû.

...