'Em peymana YE û Tirkiyeyê teşhîr bikin'
Kampanya HDK-Ewropa ya li dijî peymana navbera YE û Tirkiyeyê dewam dike. Nûnerên saziyên ser bi HDK-Ewropayê, ji bo kampanyayê banga destekê kirin û xwestin, ev peyman were teşhîrkirin.
Kampanya HDK-Ewropa ya li dijî peymana navbera YE û Tirkiyeyê dewam dike. Nûnerên saziyên ser bi HDK-Ewropayê, ji bo kampanyayê banga destekê kirin û xwestin, ev peyman were teşhîrkirin.
Ji pêkhateyên HDK-Ewropayê Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) Fatoş Goksûngûr, Serokê Federasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) Bakî Selçûk, Hevserokê HDK-Ewropa Berlîn-Brandenbûrgê Erkîn Erdogan û li ser navê partiya Rizgariyê ya ji nû ve Sosyalîst Kamer Erkoçak, ji bo kampanyayê banga tevlîbûnê kirin û ji Yekîtiya Ewropayê (YE) xwestin li dijî sûcên Tirkiyeyê derkeve û peymanên pê re mor kiriye, betal bike.
'DIVÊ EM PEYMANÊN TEŞHÎR BIKIN'
Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr li dijî peymanên YE yên bi Tirkiyeyê re derket û got, "Bi vê kampanyayê, em dixwazin têkiliyên Elmanyayê yên bi Tirkiyeyê re şermezar û teşhîr bikin. Ji ber ku Yekîtiya Ewropa û Elmanyayê, bi peymana li ser penaberan re, çavên xwe li komkujî û şerê li Kurdistanê girtin e."
Hevseroka NAVD-DEM'ê got, "em dixwazin ev peyman were betalkirin" û da zanîn, ji bo bidawîbûna vê peymanê wan kampanya dane destpêkirin.
Fatoş Goksûngûr bang li saziyên demokratîk ên li Elmanyayê kir ji bo destekê bidin kampanyayê û got, "Weke pêkhateya HDK-Ewropa, di vî warî de wê xebatên me hebin. Ji ber ku ev yek di heman demê de teşhîrkirina şerê li Kurdstanê ye."
'EM DIXWAZIN PEYMANÊ BIDIN BETALKIRIN'
Hevserokê HDK-Ewropa Berlîn-Brandenbûrgê Erkîn Erodgan jî ragihand, wan ji meha Gulanê û vir ve li Berlînê 2 hezar 500 îmze kom kirine û dixwazin raya giştî li hemberî vê peymana li ser penaberan rakin. Berkîn Erdogan destnîşan kir, ku armanca wan betalkirina peymanê ye û got, "Ev peyman hem ji aliyê penaberan ve hem jî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve peymaneke durûtiyê ye. Şert û mercên penaber tê de ne baş nake, berevajî nebaş dike. Şandina penaberan ber bi rejîmeke antî demokratîk a mîna Tirkiyeyê tê wateya kuştina penaberan. Durûtiyeke din jî bêdengiya Yekîtiya Ewropa ya li pêşberî komkujî, qirkirin û binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê ne. Lewma ji bo betalkirina vê peymanê, em hewl didin bala girseya gel a li Ewropayê bikişînin ser mijarê."
Erdogan da zanîn, eglek saziyên Ewropî jî destek dane vê kampanyaya wan û got, "Di serî de saziyên mafên mirovan û penaberan, em ê bi gelek saziyên Ewropî re vê kampanyayê bimeşînin. Dîe Lînke (Partiya Çep) niha yek ji hêzên mora xwe daniye binê vê kampanyayê ye. Em dixwazin bi sed hezaran îmzeyan bidin hev û bikin ku ev tifaqa qirêj ji holê rabe."
'YEKÎTIYA EWROPA FÎNANSMANIYA ŞERÊ LI TIRKIYEYÊ DIKE'
Hevserokê Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) Bakî Selçûk jî got, "Ev peyman heta dawiyê destekê dide komkujiyên faşîst ên dewleta Tirk dike. Di heman demê de dibe sedem ku penaber weke şantajekê werin bikaranîn û di ser penaberan re desteka Yekîtiya Ewropayê bê girtin. Yekîtiya Ewropa bi vê peymanê re destekê dide şerê dewleta Tirk ê bi DAIŞ'ê re li dijî gelê Kurd, şoreşger û sosyalîstan dimeşîne. Bi mîlyaran Euro û dolar ji dewleta Tirk re tên dayîn û bi vî rengî şer tê fînansekirin. Em dibînin, dewletên Yekîtiya Ewropayê guh nadin daxwazên bi mîlyonan Kurdistanî û Tirkiyeyiyan. Lewma em bang li van dewletan dikin; ku vê peymana xwe ya qirêj betal bikin, hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin, destekê nedin dewleteke faşîst û bi peymanên xwe ve dilsoz bin."
'ELMANYA KOMKUJIYÊN LI KURDISTANÊ JI NEDÎTÎ VE TÊ'
Ji Partiya Rizgariyê ya ji nû ve Sosyalîst Kamer Erkoçak jî diyar kir, divê kampanya li her cihî bê meşandin û got, "Em neçar in di nava mirovên li Ewropayê, bi taybetî li kolanan hişyariyekê bafirînin. Yekîtiya Ewropa bi rengekî dijberiya pîvanên xwe û peymanên navneteweyî tevdigere, çavên xwe li binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk digire û destekê dide wan." Kamer Erkoçak da zanîn, Elmanya pêkanînên Tirkiyeyê yên li Kurdistanê ji nedîtî ve tê û ev nrixandin kir: "Elmanyayê pêşnûme qanûna li ser naskirina Qirkirina Ermeniyan a beriya sed salî qebûl kir. Tiştekî rast kir. Sûcê xwe jî qebûl kir. Lê belê îro li pêş çavên me hemûyan, qirkirina li Kurdistanê ji nedîtî ve tê û hevkariya sûcê Erdogan dike. Divê derhal dest ji vê helwestê berde. Ji bo sibê ji gelê xwe û cîhanê re nebêje 'me jî ev sûc kir'. Em ê vê kampanyayê li nava malan û bi standên li kolanan bimeşînin û xwe bigihînin hemû beşên civakê yên li Ewropayê. Em ê di payîzê de îmzeyên berhev kirine pêşkêşî parlamentan bikin. Em ê bêjin 'Na ji vê peymana qirêj re, hebe hevparê sûcên qirêj ên Erdogan."