Girtiyê nexweş li ber çavan ji mirinê re hatiye hiştin

Malbatên TAYAD’ê, ji bo berdana nexweşê penceşêra madê Kemal Avci, li Qada Galatasarayê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Malbatên TAYAD,’ê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyê nexweşê penceşêra madê Kemal Avci, li Qada Galatasarayê li hev kom bûn, daxwaz kirin nexweşê ku rê nadin bê dermankirin bi lezgîn bê berdan. Di çalakiyê de ku di dorpêça polîsan de hate lidarxistin, dayika Kemal Avci Yeter Avci jî amade bû. Di çalakiyê de pankarta, “Tecrîd êşkence ye, demildest dawî li êşkenceyê bînin” û dirûşmeyên azadiya girtiyan daxwaz dikin hatin gotin. Li ser navê Malbatên TAYAD’ê Nûrî Cîhan Yandi daxuyanî da. Yandi diyar kir ku Kemal Avci ji ber bi salan hate êşkencekirin bi nexweşiya pencşêra madeyê ketiye. Yandi anî ziman ku Avci ji ber nexweşiya penceşêra madeyê di sala 2013’an de hate berdan, lê bi hinceta dosyayên berê dîsa di Gulana 2016’an de hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Tekirdagê.

DAYIKA AVCI BERTEK NÎŞANÎ HIKÛMETÊ DA!

Di çalakiyê de piştî daxuyaniyê, nameya Kemal Avci ya ku şandibû hate xwendin û piştre jî dayika Avci Yeter Avci mafê axaftinê girt û anî ziman ku kurê wê li ber çavan ji mirinê re hatiye hiştin. Avci da zanîn ku divê kurê wê li nexweşxaneyê bê dermankirin û wiha got: “Ji ber hinceta ku li nexweşxaneyê cih nîne, dermankirina kurê min tê astengkirin.” Avci wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gel nedermankirinê jî kurê min tê êşkecekirin, dibêjin ‘Jixwe wê bimir e’ her tim tê êşkencekirin û derbkirin.” Dayika Avci da zanîn ku divê demildest kurê wê bê berdan. Avci hêrsa xwe wiha anî ziman: “Bi mirina mirovekî wê çi bi destê we bikeve? Kurê min namir e, wî bi lezgînî serbest berdin.”

...