Delîl Qamişlo yê li Minbicê şehîd ket hat bîranîn
Delîl Qamişlo yê di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de roja 3'ê Tîrmehê şehîd ket, li bajarê Goteborg ê Swêdê hat bîranîn.
Delîl Qamişlo yê di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de roja 3'ê Tîrmehê şehîd ket, li bajarê Goteborg ê Swêdê hat bîranîn.
Merasîma bîranînê, piştî serdanên sersaxiyê yên 3 rojan li Navenda Civaka Demokratîk a Goteborgê pêk hat. Siyasetmedarên Kurd û xizmên Qamişlo li vê derê axivîn û ji bo azadiya Kurdistanê bal kişandin ser girîngiya xurtkirina têkoşîna li welêt.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Goteborgê Alî Agirî axivî. Agirî da xuyakirin, ku divê neyê ji bîrkirin, destketiyên gelê Kurd ên li Rojava û Bakurê Kurdistanê berhema fedekariya şehîdan e û bang li Kurdistaniyan kir, ji bo berxwedana li Bakur û Rojavayê Kurdistanê xurtir bikin.
Siyasetmedarê Kurd Hawar Dêrik jî rewşa dawî ya li Bakur û Rojava ji beşdaran re ragihand. Dêrik diyar kir, li Kurdistanê serketinên mezin bi dest dikevin û ji Kurdistaniyan û dostan xwest, bi rengekî çalak piştgiriyê bidin têkoşînê.
Birayê Qamişlo, Agît Qamişlo jî qala bîranînên xwe yên bi kekê xwe re kir û piştre ragihand, Qamişlo ne tenê şehîdê wan e, yê tevahiya Kurdistanê ye Agît Qamişlo destnîşan kir, ku ew ê têkoşîna kekê xwe li cihê ma ye bidomînin.
Merasîma bîranînê piştî nîşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Delîl Qamişlo bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.