Akinci û Altinişik li Kolnê hatin bibîranîn
Gerîlaya YJA-STAR Gulsun Akinci (Silav Rover) a ku 1’ê Hezîranê di şerê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû û endama KJA’yê Şehrîban Altinişik li Koln hatin bibîranîn.
Gerîlaya YJA-STAR Gulsun Akinci (Silav Rover) a ku 1’ê Hezîranê di şerê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû û endama KJA’yê Şehrîban Altinişik li Koln hatin bibîranîn.
Gerîlaya YJA-STAR Gulsun Akinci (Silav Rover) a ku 1’ê Hezîranê di şerê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû û endama KJA’yê Şehrîban Altinişik a ku li Şirnexê hate qetilkirin, li Koln hatin bibîranîn.
Malbatên Akinci û Altinişik, li Navenda Civak Kurd a Demokratîk sersaxî qebûl kirin. Di sersaxiyê de xalê Akinci Kadîr Alpaydin axivî û ji ber xwedîderketina gel spasî kir. Alpaydin anî ziman ku Silav Rover şehîda Kurdistanê ye. Xwişka Altinişik Fatma Altinişik jî wiha got: “Şehrîban li her cihî behs dikir ku bê divê jina azad çawa be û çawa azad tevbigere.”
Di bîranînê de endamên komîteya malbatên şehîdan jî amade bûn, sersaxî ji malbatan re xwestin. Piştî axaftinên di bîranînê de ji bo şehîdan xwarin hate dayîn û dua hatin kirin.