Li Heleb û Îdlibê herî kêm 50 sivîl hatin kuştin

Li nêzî bajarên Îdlib û Helebê yên Sûriyeyê, di şerê navbera rejîmê û 'mûxalîfan' de careke din sivîl bûn hedef. Di encama bomberdûmanê de herî kêm 50 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) a navenda xwe li Londonê ye, di êrîşa hewayî ya li Darkûş a ser bi wîlayeta Îdlibê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya SOHR de hat ragihandin, nehatiye tespîtkirin bê balafirên bombe barandine yên rejîma Sûriyeyê ne yan jî yên Rûsyayê ne.

SOHR'ê da xuyakirin, li Helebê jî komên Îslamî fuze û roket avêtin herêmên di destê hêzên rejîmê de ne. Hat ragihandin, di vê êrîşê de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dane. Jİ kesên jiyana xwe ji dest dane 6 zarok in û herî kêm 120 kes jî birîndar bûne.

Di navbera artêşa Sûriyeyê û komên li herêmê de ji bo sê rojan cejna Remezanê hatibû ragihandin.