Meclîsa Stûttgartê ya HDK-Ewropayê ava bû

Li ser banga Koordînasyona Stûttgartê ya HDK-Ewropayê, di 10'ê Tîrmehê roja Yekşemê de li salona Konferansaê ya Arena, civîna Meclîsa Damezrîner a HDK-Ewropa Stûttgartê hat lidarxistin.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadî, sosyalîzm û şoreşê destpê kir. Piştre li ser navê dîwanê Derya Varan, mafê axaftinê wergirt.

Varan da xuyakirin, ku ji bo xurtkirina yekîtiya hêzên demokrasî û azadiyê, Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-Ewropa) xebatên xwe didomîne û ragihand, piştî amadekariyek ji mehekê ev civîn tê lidarxistin.

Di civîna Meclîsa Damezrîner de ji berdevkên Hewldana Elmanya ya HDK-Ewropayê nivîskar Metîn Ayçîçek peyivî û da zanîn, divê Meclîsa Stûttgartê hem bi pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê, hem jî bi pirsgirêkên gelên xwecihî û koçber ên li Stûttgartê re eleqedar bibe. Ayçîçek diyar kir, girîng e HDK-Ewropa û Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi hev re têbikoşin û işaret bi rol û mîsyona berfireh a HDK-Ewropayê kir.

Li ser navê NAV-DEM'ê Alî Gursû, her wiha ji beşdaran Aynûr Karakaya û li ser navê SYKP axaftin hat kirin. Di axaftina li ser navê MLPD de hat ragihandin, ku ew destekê didin Meclîsa Stûttgartê ya HDK-Ewropayê û serketin jê re dixwazin.

MECLÎSA JI BO STÛTTGARTÊ HAT HILBIJARTIN

Li dû axaftina endamen meclîsê û beşa pirsan, hilbijartin ji bo Meclîsa Stûttgartê ya HDK-Ewropayê hat kirin. Di encama vê hilbijartinê de ji bo rêveberiya ji 9 kesan, ku 5 jê jin, 4 jî mêr in Aynûr Karakaya, Derya Varan, Safiye Îşcan, Ayfer Ber, Gulten Yilmaz, Necatî Akin, Alî Gursû, Necatî Abay û Orhan Gullu hatin hilbijartin.

Di civîna destpêkê ya rêveberiyê de jî Aynûr Karakaya û Alî Gursû weke Hevberdevkên Meclîsa Stûttgartê ya HDK-Ewropayê hatin hilbijartin.