Gerîlayên HPG'ê Ozun û Bîlen li Berlînê hatin bîranîn

Gerîlayên HPG'ê Engîn Ozun (Ozgur Mûş) û Osman Bîlen (Baz Hanîfî) li Mizgefta Kurd a Mezopotamya ya li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn. Ji bo gerîlayên HPG'ê mewlûd hat dayîn.

Di merasîma bîranînê de zêdeyî 250 kes amade bûn ku di nav de xizmên gerîlayê HPG'ê Engîn Ozun, malbatên şehîdan û siyasetmedarên Kurd jî amade bûn.

Di bîranînê de pismamê Ozun ê di 14'ê Hezîranê de di şerê li navçeya Çewlik Azarpêrtê de jiyana xwe ji dest da, Remzî Ozun axivî. Ozun da xuyakirin, ku Engîn şehîdê destpêkê yê malbata wan e, ji bo wan cihê serbilindiyê ye û got, "Ozgur şehîdê destpêkê yê malbata me ye. Em ê serbilind in. Mixabin ne şehîdê destpêkê yê vê dozê ye, ne jî wê bibe yê dawiyê. Dilê gelê Kurd dişewite. Em ciwanên xwe ku her yekî ji wan cîhaneke, dispêrin axê. Em hêvîdar in dilê daiykan bes bişewite. Ya ku dikeve ser milê me, xwedîderketina li mîrateya pîroz a lehengên mîna Ozgur û Baz Hanîfî. Welatparêzên îro hatine vê derê, ev yek bi rengekî vekirî nîşa dane. Ez spasiyên xwe pêşkêşî her kesên tevlî bîranînê bûne dikim."

Remzî Ozun di dewama axaftina xwe de anî ziman ku Osman Bîlen (Baz Hanîfî) yek ji hevrêyên Ozgur e, di heman demê de li Gîresûnê tevlî karwanê şehîdan bûye.

...