BI DÎMEN

HDK-Fransa: Hûrşît Kulter li ku ye?

HDK-Fransayê ji bo Hûrşît Kulter ê ji 27 Gulanê û vir ve agahî nayê girtin li Qada Republîqûe mîtîngek lidar xist û li aqûbeta Kulter pirsî.

Di mîtîngê de daxuyaniya HDK, ÎHD û Dayikên Şemiyê ya bi zimanê Fransî hatibû amadekirin hat xwendin. 

Her wiha di mîtîngê de ji bo Hûrşît Kulter pankartên bi nivîsa "We bi saxî birin, em jî bi saxî dixwazin", " û "Hûrşît Kulter li ku ye?" hatin rakirin û dirûşmên "Kujer Erdogan, terorîst Tirkiye" hatin berzkirin. 

Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...