Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel beriya niha bi çend rojan dabû xuyakirin ku hewl hatiye dayîn li Licê 34 gundî werin şewitandin û gotibû, "Leşker 34 gundiyan binçav dikin. Yekîneyek tê. Bi rî û li ser piyê wan nivîsên bi Erebî nivîsandibû. Ev ekîp benzînê tîne û hewl dide gundiyan bişewitîne. Dibêje 'Em ê bişewitîne'. Eger esferê leşkerî yê li wir destûrê bide, dibe ku bişewitîne. Efser li dij derdikeve. Dibêje; wî bi xwe ev kes binçav kiriye, ji alayê re ragihandiye, lewma nabe tiştekî bi vî rengî bê kirin. Ew ekîba hat wê derê kî be, bi kê ve girêdayî be nayê zanîn, lê belê bi gotina 'ev hemû terorîst in, em ê hemûyan bişewitînin û ne mecbûr in hesab bidin kesî' gefê li gel dixwe. Eger ew efser li wê derê mudaxle neke, dibe ku ev 34 însan bi saxî hatibûna şewitandin." Tûncel anî ziman ku qala rêxistinbûyîne bi navê "Sadat" hatiye kirin.
Ji rojnameya Cûmhûriyetê Çîgdem Toker, ev îdîa kir mijara gotara xwe ya îro û got, "Îdîa û pirs, nikarin bêdengiya destilatdariyê, bêdengiya artêşê ji holê rakin."
Li gorî nivîsa Toker, Sadat AŞ, ji aliyê tûggeneralê şerê taybet ê teqawîtbûyî Adnan Tanriverdî ve di sala 2012'an de hat avakirin. Şîrket xwe weke "Yekane şîrketa parastina navneteweyî, şêwirmendî û perwerdeya leşkerî" pênase dike.
Di nava şêwirmendên şîrketê de rektorê damezrîner ê Zanîngeha Uskudarê Prof. Nevzat Tarhan jî heye. tarhan ji aliyê şere psîkolojîk ve şêwirmendiyê dike. Alîkarê rektorê heman zanîngehê Prof. Mehmet Zelka jî şêwirmendê aboriyê yê şîrketê ye.
Toker vê dinivîsîne; "Ya ku şîrketê ji şîrketên din cuda nîşan dide, qadê wê yên xebatê ye ku bi rengekî vekirî îlan kiriye. Bi gotina ku kêfa pîşesaziya çekê jê hez neke, dersa kuştinê difiroşe. Dibe ku hûn vê pirsê bikin; 'em bêjin li zanîngehan, mamoste ne kuştinê, nirxên jiyanê hînî xwendekaran dikin', wê demê ev şîrket çi bi van mamosteyan dişêwire?' Ez bi xwe jî bersiva vê nizanim."
Di malpera Sadat AŞ de 'paketên perwerdeyê' yên muxtelîf cih digirin. Di malperê de paketa qursa şerê ne nîzamî û qursa wêrankirinê, paketa perwerdeya bingehîn a tîmên taybet ên polîsan, paketa perwerdeyê ya emniyetê ya qereqola sînor, paketa perwerdeyê ya qursa çavdêriya top û hawanan cih digirin.
Der barê vê şîrketê de wekîlên CHP'yî di sala 2012'an de 4 pêşniyar pirs peşkêş kiribûn. Lê belê Wezîrê Parastinê Îsmet Sezgîn bersiv nedabû van pirsan.