Ji bo ronîkirina komkujiya Pirsûsê li Ewropayê kampanya hat destpêkirin
AvEG-Konê ji bo ronîkirina komkujiya Pirsûsê bi navê "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" li Ewropayê dest bi kampanyayekê kir.
AvEG-Konê ji bo ronîkirina komkujiya Pirsûsê bi navê "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" li Ewropayê dest bi kampanyayekê kir.
Hevserokê AvEG-Konê Bakî Selçûk xwest, berpirsyarên komkujiyê werin darizandin.
Par di 20'ê Tîrmehê de, ji ber êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên Federasyona Ciwanên Şoreşger Sosyalîst (SDGF) ên ji bo biçin Kobanê li Pirsûsê li hev civiyan de, 34 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, bi sedan kes jî birîndar bûbûn. Di salvegera yekemîn a komkujiyê de SDGF'ê ji bo ronîkirina komkujiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê kampanyayek da destpêkirin.
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) jî li gel vê kampanyayê bi dirûşma "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" li Ewropayê kampanyayek da destpêkirin. Kampanya wê heta 20'ê Tîrmehê dewam bike û îmzeyên piştî kampanyayê werin hevdan, wê radestî Konseya Ewropayê werin kirin. Hevserokê AvEG-Konê Bakî Selçûk li ser kampanyayê agahî da ANF'ê û da zanîn, ew ê li gelek bajarên Ewroapyê çalakiyan lidar bixin, îmzeyan kom bikin, raya gitşî agahdar bikin û bixwazin berpirsyar werin darizandin.
'JI BO PIŞTGIRIYÊ BIDIN KOBANÊ ÇÛN'
Hevserokê AvEG-Konê Bakî Selçûk bibîr xist, kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane ji bo tevlî karê avakirina Kobanê bibin li hev kom bûbûn û got, "Ciwanên SDGF'yî ji bo bibin pirek di navbera gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd-Şoreşa Rojava de, par kampanyayek dabûn destpêkirin. Ev kampanya bi şiyara 'Me Kobanê bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin' dihat meşandin. Bi vê kampanya mehekê hat meşandin re zêdeyî 300 ciwan ji bo derbasî Kobanê bibin li Pirsûsê li hev civiyan. Lê mixabin DAIŞ'ê û dewleta Tirk bi hev re di 20'ê Tîrmeha 2015'an de komkujiyek pêk anîn. Ev yek çalakiya yekemîn a bombeyî bû ku li Tirkiyeyê pêk dihat. Piştî komkujiya Pirsûsê li gelemperiya Tirkiyeyê hin rêze komkujiyan rû dan. Komkujiyên li Amed, Enqere, Stenbol, Roboskî û herêmên din ên Tirkiyeyê, xerakirin û şewitandina bajaran, li Cizîrê şewitandina mirovan bi saxî li me ferz dikin ku em têkoşîna xwe ya edaletê hê bi xurtî bimeşînin."
'EWROPA CESARETÊ DIDE TIRKIYEYÊ'
Bakî Selçûk da xuyakirin, ku ji bo nepenîtiya li ser dosyayên komkujiyê bê rakirin û berpirsyar werin darizandin, wan ev têkoşîna edaletê ya li Tirkiyeyê derbasî Ewropayê kirine û got, "Ji ber ku Ewropa jî hevparê vî sûcê komkujiyan e. Ji aliyê leşkerî û siyasî ve destekê dide dewleta Tirk. Bi peymanên qirêj ên li ser penaberan tên kirin re cesaretê dide dewleta Tirk û ji aliyê madî ve xurt dike. Dike ku vî şerî bi hêsanî bimeşîne. Em dixwazin bi vê kampanya xwe ve van komkujiyên li Tirkiyeyê bixin rojevê û berpirsyaran derxînin pêşberî edaletê. Li vê derê jî heman bê edaletî dewam dike. Ji ber ku Ewropa, siyasetmedarên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên li vê derê li dijî wan komkujiyan têdikoşin digire û dixe nava girtîgehê. Wekî din şoreşger, demokratên li Ewropayê digire. Dozên li hemberî girtiyên ATÎK'ê hatine vekirin hê nû destpê dike. Ev hemû bê edaletî ye. Li dijî van em li Ewropayê kampanyayê dimeşînin."
'EM Ê ÎMZEYAN RADESTÎ KONSEYA EWROPAYÊ BIKIN'
Hevserokê AvEG-Konê Selçûk li ser kampanyayê jî ev agahî da: "Di çarçoveya kampanyayê de em îmzeyan didin hev. Em ê van îmzeyan radestî Konseya Ewropayê bikin. Li hemû welatên Ewropayê em ê heta 20'ê Tîrmehê bi xurtî vê kampanyayê bimeşînin. Di çarçoveya kampanyayê de wê stant bên vekirin, li hin navendên Ewropayê kon bên vedan û li nava kolanan têkoşîna ji bo edaletê were meşandin. Em ê gel agahdar bikin û ji wan destekê bixwazin. Lê belê beriya her tiştî em ê bixwazin berpirsyarên komkujiyên li Tirkiyeyê werin darizandin. Tevî hin beşên civakê em ê civînan lidar bixin. Di 20'ê tîrmehê de jî em ê li hemû herêman dakevin qadan û fînala kampanyaya xwe pêk bînin. Îmzeyên em ê bidin hev, em ê di 20'ê Tîrmehê de radestî Konseya Ewropayê bikin. Em ê hewl bidin vebêjin, peymanên navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê bi kêrî karker û kedkaran nayên, ne lig orî berjewenidyên gelan e û penaberan naparêzin. Ji ber ku di dewamkirina vê bê edaletiya li Tirkiyeyê de rola Konseya Ewropayê heye. Em ê, şewitandin û xerakirina bajaran, şewitandina mirovan bi saxî û bêdengiya li pêşberî koçberkirina bi mîlyonan mirovan, şermezar bikin."