Polîsan meşa parêzvanên mafên heywanan asteng kirin
Parêzvanên mafên heywanan, piştî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxwaza betalkirina Qanûna Parastina Mafên Heywanan red kir, dixwestin ber bi AYM’ê ve bimeşin rastî astengiya polîsan hatin.
Parêzvanên mafên heywanan, piştî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxwaza betalkirina Qanûna Parastina Mafên Heywanan red kir, dixwestin ber bi AYM’ê ve bimeşin rastî astengiya polîsan hatin.
CHP ji bo bertalkirina hin xalên Qanûna Parastina Mafên Heywanan serî li Dadgeha Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. AYM’ê serlêdana CHP’ê red kir. Parêzvanên mafên heywanan piştî biryarê li hev civiyan û xwestin ji Parka Ahlatlibelê ber bi avahiya AYM’ê ve bimeşin. Polîsan bi mertalan rêya parêzvanan girtin û destûr nedan meşê.
Tevî astengiya polîsan jî sekna parêzvanên heywanan li herêmê didome û diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên heywanan bidomînin.