Heyetek ji Şengalê bi rûspiyên Êzidiyan ên li Tambovê re rûnişt
Heyetek ji Şengalê, ku ji bo hin hevdîtinan hat Rûsyayê bi Serokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şamoyan û rûspiyên civaka Êzidî ya li vê derê re rûnişt.

Heyeta ji Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Şengalê Halef Alî û ji Fermandarên YBŞ'ê Saît Omer pêk tê, piştî danûstandinên li paytext Moskowayê, berê xwe da bajarê Tambovê.
Heyetê li vê derê bi rûspiyên civaka Êzidî re hevdîtin kir, ku di nav de Serokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şamoyan jî hebû. Di civîna li Navenda Xebatê ya Dîcleyê de, şert û mercên zehmet ên gelê Şengalê di nav de dijî, têkoşîna YBŞ û YJŞ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û nêzîkatiyên xalîkirina Şengalê ji Êzidiyan hatin nirxandin.
Şamoyan di axaftina xwe ya li vir de bang li tevahiya civaka Êzidî kir ku bi rengekî yekîtiyê xwedî li Şengalê derkevin û got, "Em Êzidî, ji ber polîtîkayên qirêj ên dijminên me parçe bûne û bi zorê ji axa xwe hatine dûrxistin. Dixwazin Êzidiyên dawî yên li Şengal û derdora wê man e jî bi rêya komkujiyên DAIŞ'ê ji axa xwe derxînin. Xwedîderketina li Êzidiyan ku bingeha civaka Kurd e, erka hemû Kurdan e bi taybetî ya Kurdên ji baweriya Êzidiyan e. Girîng e Êzidiyên li Rûsyayê dijîn, piştgiriyeke xurt bide gelê Şengalê. Ji bo vê jî hin xebatên me hene. Em dixwazin bi rêya heyeta Şengalê vê têkiliya xwe xurtir bikin."