Girtiyên PKK û PAJK’î: Em weke hevreyên Xeyrî û Kemalan dest ji berxwedanê bernadin

Denîz Kaya ku li ser navê girtiyên PKK’ê û PAJK’îyan daxuyanî da û diyar kir, ew ê weke girtiyên di girtîgehê de bi şîara ‘’berxwedan jiyan e’’ tevbigerin û bi Ronesansa Kurd pêşengtiyê li vê berxwedanê bikin û piştevaniyê bikin.

Di salvegera rojiya mirinê de, ku li dijî tarîtî û hovîtiya 12’ê Îlonê, di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li Girtîgeha Amedê ya ku bûbû mekanê sepanînên hovîtiyê,  li ser navê girtiyên PKK’ê û PJAK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da. Denîz Kaya di salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê de, ku berê dîrokê guhartibû, peyamên girîng dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ew di pêvajoyeke tije têkoşînek de dijîn û got hikûmeta AKP’ê bi hemû derfetên di  dest de xweyî wê nîyetê ye ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tasfîye bike û hebûna xwe bi xwe jî li ser vê kiriye. Kaya anî zimên li dijî vê jî di pêşengtiya gerîla û gel de berxwedanek tê dayin û vê berxwedanê konsepta îmhayê pûç kiriye û gav bi gav dawiya AKP’ê tê.

Kaya bi bîr xist, di pêvajoya têkoşînê ya ev çend geş de herî pir qada zindanê jê hîkar dibe.

Kaya diyar kir desthilatdariya AKP’ê ku ji derve derbeyan li ser derbeyan dixwe, zindanan ji xwe re wekî ‘’qada tolhildanê’’ dibîne û wiha pê de çû: ‘’Bi binpêkirinên mafan ên bi êşkence, mişextkirinê diyar dibin, tê xwestin rêxistinbûyin were belawelakirin. Lê li djî van sepanînên hov weke ku li derve tê nîşandan li zindanan jî girtiyên şoreşger berxwedaneke mezin nîşan didin û van niyetan ji hev belawela dikin.”

Kaya got, li gel şertên ku niha ew tê de dijîn jî bi giyanê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê û wekî hevrêyên Xeyrî û Kemalan ti zext û zordarî wê nikaribe wan ji têkoşîna wan dûr bixîne û wiha pê de çû: ‘’Di serî de em xwedanê giyanê 14’ê Tîrmehê Rêber Apo slav dikin, berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ku hevrêtiya Rêber Apo heq dikin bi hurmet bi bîr tînin û sond dixwin ku em ê têkoşîna wan bibin sêrî.’’

Kaya diyar kir di vê pêvajoyê de ji gelek girtîgehan li dijî êrîş û komkujiyên bi serê gelê Kurd de yên ku bi destê AKP’ê têne birêvebirin pêşniyar dane ku çalakiyên bi rengê ‘’rojiya mirinê’’, ‘’grêva birçîbûna ya bê dorveger’’ pêk bînin, lê bi baweriya bi pêvajoya ku bi pêşengtiya gerîla û gel tê meşandin û ber bi serkeftinê ve diçe, Tevgera Azadiyê van pêşniyaran erênî qebûl nake.

Kaya di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:

‘’Di pêvajoyeke wiha de ku bi pêşengtiya gerîla û gel bi rê ve diçe  û dikare xwe bigihînê serkeftinê, risteke girîng a girtîgehan jî heye. Li gel parastina mafê xwerêveberiyê û ragihandina wê ya ji bo raya giştî ya demokratîk re, bi wateya pêşengtiya Ronesansa Kurd, hilberandina berhemên zanistî-felsefîk- kulturî û hunerî, temsîla taybetmendiyên milîtanên Apoyî di vê pêvajoyê de çarçoveya herî sereke ya lêhûrbûnê ye. Nêzîkatiya me şoreşgerên girtî jî wê li gorî vê çarçoveyê be ku tevgera me diyar kiriye.

Ji grêvên birçîbûnê wêdetir bi hişmendiya ‘berxwedan jiyan e’, di her qadê de tiştek zêdekirina li têkoşînê wê peywira me ya sereke û pratîka me ya siberojê be. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk û hevreyên xwe yên li zindanan dikin di çarçoveya diyarkirî de bi giyanê 14’ê Tîrmehê berxwedanê geş û gur bikin. Serkeftin wê ya wan be ku bi giyanê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin.’’