Di civîna li Torîno de bêdengiya Ewropayê hat şermezarkirin
Di civîna li Torîno de ji ber sedema bêdengmayîna Ewropayê ya li hemberî komkujiyên li Kurdistanê nerazîbûn hate nîşandan.
Di civîna li Torîno de ji ber sedema bêdengmayîna Ewropayê ya li hemberî komkujiyên li Kurdistanê nerazîbûn hate nîşandan.
Li Zanîngeha Torîno ya bajarê Torîno yê Îtalyayê, ji hêla Komîteya Rojava ve çalakiyek hate lidarxistin. Wekîla HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer, rojnamevanên Îtalî Gîuseppe Acconcîa û gelek Kurd û Îtalî tevlî civînê bûn.
Acconcîa di axaftina xwe de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê bertek nîşan da.
Hezer jî bal kişande ser wê ku li gel êrîşên komkuj jî gel dev ji berxwedanê bernedaye. Hezer têkildarî rakirina destnedana parlamenteriy axivî û got, AKP/Qesr bi vî awayî hêsantir sûcan dike û Tirkiye hem ji Ewropayê jî û hem jî ji bo dinyayê talûke ye. Hezer xwest ku Ewropa zextê li ser AKP’ê bike û li hemberî van komkujiyan bêdengiya derdorên navneteweyî şermezar kir.
Wekîla HDP'ê Tûgba Hezer diyar kir Tirkî hem sûcê şer dike û penaberan jî weke şantaj bi kar tîne.