Akkaya li dijî plana 'welatîbûna Sûriyeyiyan' a Erdogan derket
Hunermend Îlkay Akkaya diyar kir, eger dayîna welatîbûnê ji bo Sûriyeyiyan bi armanca hêsankirina xwarina kedê tê kirin, wê demê divê ew li dij derkevin.
Hunermend Îlkay Akkaya diyar kir, eger dayîna welatîbûnê ji bo Sûriyeyiyan bi armanca hêsankirina xwarina kedê tê kirin, wê demê divê ew li dij derkevin.
Hunermend Îlkay Akkaya nerazîbûn nîşanî daxuyaniya "Em ê welatîbûnê bidin Sûriyeyiyan" a Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan da û got, "Eger planeke wan heye, ku bi welatîbûnê re dixwazin keda Sûriyeyiyan bixwin, wê demê divê ew li dij derkevin."
Îlkay Akkaya da xuyakirin, ku ji ber polîtîkayên şaş ên dewletan, bi sed hezaran mirovên li Sûriyeyê ji cih û warên xwe bûne û got, "Statuya penaberiyê jî nedan temamiya mirovên hatine welatê me. Bi gotina 'mêvanên me ne' li çar aliyên welêt belav kirin û ev mirov niha di nava şert û mercên gelekî giran de dijîn. Bi tenê hin rêxistinên girseyî yên demokratîk hewl didin birînên wan bipêçin, pirsgirêkên tenduristî û stargehê çareser bikin. Di rewşeke ku hê ev pirsgirêk nehatine çareserkirin de niha tê nîqaşkirin ku ji van mirovên statuya penaberiyê jî nehatiye naskirin, welatîbûn bê dayîn. Ev yek mîna pirsgirêkekê xuya dike. Lê belê ev nayê wê wateyê ku em naxwazin ew bibin welatî. Ji ber ku hemû mezlûm in û ji ber zilma serdestan neçar man e welatê xwe biterikînin."
Akkaya ragihand, dewleta Tirk ev demeke dirêj e ji bo gelên li welêt li hemberî hev rake, şerê navxweyî derxîne di nava hewldanan de ye û got, "Li cîhanê cihê têra her kesî bike heye. Lê belê, li şûna ku derfetên baş ên vegera li welatê xwe bê afirandin, eger bi dayîna welatîbûnê re tê xwestin keda wan hê bi hêsanî were talankirin, divê ew li dijî vê derkevin. Eger niyeta wan, derxistina şerê navbera wan û gelên li Tirkiyeyê be, ku ev demeke dirêj e rêveberên dewletê di vî warî de di nava hewldanan de ye, wê bi ser nekevin. Mezlûm wê her tim piştgiriya ehv bikin. Bi kurtasî di vê demê de ya divê were kirin, piştgiriya hev e."