BI DÎMEN

Îtirafkarê DAIŞ'ê: Erdogan ji ber ku li dijî Kurdan e, destekê dide me

Çeteyê DAIŞ'ê Savaş Yildiz ê li Edene û Mersînê bombe avêt avahiyên HDP'ê û niha di destê YPG'ê de girtî ye, li ser têkiliyên DAIŞ-AKP'ê, tora têkiliyan a li Dîlok, Hatay û Anatoliya Navîn agahiyên nû da.

Êrîşkarê bombeya zindî Savaş Yildiz, ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Girê Spî de ji aliyê YPG'ê ve hat girtin, di mikurhatinên xwe yên beriya niha de li ser têkiliyên AKP, Erdogan û Tirkiye-DAIŞ'ê de hin agahî dabû. Tevî vê yekê, têkiliyên DAIŞ-MÎT'ê jî radixistibû pêş çavan. Li Tirkiyeyê, li hemberî kesên bi van mikurhatinan deşîfre bûn, piştre operasyon hat destpêkirin. Ev yek dihat wateya tesfiyekirina yên deşîfre bûne û bicihkirina endamên nû li şûan wan.

ANF careke din bi Yildiz re axivî û vî çeteyî agahiyên girîng da. Yildiz vê carê armanca êrîşa wan a li hemberî Girê Spî, girîngiya Dîlokê ji bo DAIŞ'ê, yekîneyeke taybet a li nava DAIŞ'ê ya bi tenê ji bo Tirkiyeyê dixebite, rêyên ew bi kar tînin, girîngiya Haci Bayûncûk ê weke Ebû Hanzala tê naskirin vegot.
 
Savaş Yildiz di êrîşa li Girê Spî de cih girt. Di encama teqîna mayînekê de li binê avahiyek hilweşiyayî de ma. Çar rojan di binê xirbê avahiyê de ma. Ji ber ku rêyek rizgariyê nedît, teslîmî hêzên YPG'ê bû.

ÊRÎŞA LI HEMBERÎ GIRÊ SPÎ

We çima êrîşî Girê Spî kirin?

Li Hamayê em li kampeke bûn. Ez mehekê li vê kampê mam. Piştî derketina ji vê kampê êrîşek li hemberî Bendava Tişrînê hat kirin. Ez di nava koma êrîş kir de nebûm. Piştî wê bi hefteyekê me êrîşî Girê Spî kir. Haya me ji vê êrîşê tinebû. Me yê êrîş bikira. Wê di nava 3 yan jî 4 rojan de Girê Spî bihata bidestxistin. Planeke bi vî rengî hatibû kirin. Hatibû gotin, piştî bidestxistina Girê Spî wê ji Tirkiyeyê Mûhacîrîn. Di nava DAIŞ'ê de ji bo her kesên ji derve tên Mûhacîrîn tê gotin. Ji yên ji Tirkiye, Ewropa, Kafkasan, Asya Navîn yanî her kesên ji derve tên nava DAIŞ'ê, Mûhacîrîn tê gotin. Dema me êrîşî Girê Spî kirin, 1000 heta 4000 ji wan hatibûn Tirkiyeyê û ji bo derbas bibin, me yê Girê Spî bi dest bixista. Ev agahî rojek beriya êrîşê ji me re hat gotin. Emîrekî me yê bi navê Mûhammed Şamî ev agahî da me. Ev kes bi qasî 40-45 salî ye. Yê li ser Ebû Mûhammed Şamî jî kesekî bi navê Halît Tacîk e. Tacîk bi tenê ji me re got, şer e. Mûhammed piştî du rojan agahiyên berfireh da me. Armanca vî şerî bi rêya nexşeyekê ji me re vegot. Dema vedigot, anî ziman ku 5 kom wê êrîş bikin û cihên êrîşa koman nîşan da. Ji me re got, piştî girtina Girê Spî wê di nava 3-4 rojan de ew Mûhacîrên li Tirkiyeyê derbas bibin. Ez nizanim ew 4 hezar Mûhacîrîn welatiyên kîjan welatan e. Lê belê di nav de Tirk, Azerî, Çeçen, Turkîstanî û yên ji Ewropayê hatin, hebûn.

'DEM BI DEM DERBASÎ NAVA TIRKIYEYÊ BÛM'

Erka te ya di nava DAIŞ'ê de çi bû, tu bi giranî li ku dima?

Dema Girê Spî di destê DAIŞ'ê yanî di destê me de bû, ez di nava yekîneyeke taybet de bûm. Yekîneya me li Girê Spî li maleke cuda dima. Ev yekîneya li nava DIAŞ'ê weke yekîneya ewlekarî û taybet tê zanîn. Bi rêya xoceyê şerîatê yê bi navê Abdul Mûhîn ê ji koma Dîlokê ez tevlî vê yekîneyê bûm. Min ev xoceyê şerî li Tabkayê nas kir. Dostê malbata me bû. Bi rêya wî min nas kir. Bi referansa wî tevlî vê yekîneyê hatim kirin. Ev kom ji mirovên gelekî bawerî bi wan dibe, pêk tê. Koma me bi tenê têkildarî Tirkiyeyê dixebitî. Dema karek têkildarî Tirkiyeyê hebûya me dikir. Karê yekîneya me ev bû. Birin û anîna şervanên nû karê me bû. Karê yekîneya me karekî gelekî cidî bû. Ji çûn û hatina Tirkiyeyê bi tenê ez hatim wezîfedarkirin. Sedema vê yekê jî ew bû, ku min têkiliyên li Tirkiyeyê zêde nas nedikir. Ji ber ku min nizanîbû li Dîlokê kî heye, kî nîne, li ku dimînin, lewma min wezîfedar kirin. Li Dîlokê çend kesên min ew nas dikirin hebûn, lê min bi tenê navê wan ê kod dizanîbû. Ji ber vê yekê yê herî zêde karibin pê bawer bikin ez bûm. Eger kesekî ev têkilî nas dikir biçûya û bihata girtin, wê rêxistinbûyîna me yanî civata me hilweşiya. Ji ber vê yekê ez wezîfedar kirin. 2 caran ez diçûm Tirkiyeyê. Ev çûyîna min ji bo wezîfeyê bû. Yanî ji bo wezîfeyê çûm û hatim.

Cara ewilî, ji bo kuştina Midûrê Bendava Karkamişê, çûm. Emîrê me Ebû Mûshap ev wezîfedarkirin pêk anî. Sedema kuştina Midûrê Bendavê ew bû, ku bendava dawî bû ya ji Tirkiyeyê dihat. Emîrê me Ebû Mûshap got, 'Ave li ser me dibire. Milet bê av dimîne. Me berê gef lê xwarin, got wê veke lê venekir. Lewma em wî ceza dikin.' Ev yek di heman demê de dibû hinceta kuştina Midûrê Bendavê. Emîrê me dema ez wezîfedar kir got, 'Tu tenê adresa wî bibîne, em ê yê mayî bikin.'

PLANÊN ÊRÎŞA LI HEMBERÎ HDP'Ê

Dema çûm Tirkiyeyê, min dît ku li Dîlokê komeke me heye. Lê min tenê 2 ji wan dît. Van her du kesan ez ji cihê lê bûm girtin. Navê yekî Eymen, yê din jî Efe bû. Ez birin cihekî; ji bo cihê em diçin nebînim ji min xwestin ku di wesayîtê de serê xwe berjêr bikim. Piştî ku min adres dît, Efe ji min re got, 'tu Midûr bikuje'. Min jê re got, temam ez ê bikim. Piştî çend rojan çûm wî zilamî bikujim. Min li derî xist, li şûna wî jineke sergirtî derî vekir. Li cem wê zarokek biçûk hebû. Min li zilam pirsî, ji min re got ku ne li malê ye. Ji ber ku ew ne li malê bû, bêyî wî bikujim vegeriyam. Piştî du yan jî sê mehan, wezîfeya teqandina avahiyên HDP'ê yên Mersîn û Edeneyê ji min re hat dayîn.

Plana bombekirina her du avahiyan li mala yekîneya me ya li Girê Spî hat kirin. Efû Efe jî hingî derbasî aliyê me bû. Ew jî bi me re dima. Ji xwe ji vê yekîneyê re koma Tirkiyeyê dihat gotin. Emîrê min Ebû Mûshap ez li cihê dimam girt û em çûn malek li kolana kêlekê. Piştre Efe hat. Efe bi rengekî berfireh qala sedema bombekirina van navendan kir. Efe got, ew dixwazin vê wezîfeyê bidin min, lê belê divê ji sedî sed pêk bînim. Got ku eger wezîfeyê bi cih nîne û vegere, wê nebaş be. Bi vî rengî gefek nerm xwar.

Ji bo wezîfeyê çûm. Li Edeneyê, li ser rêya bendavê ya li taxa xwendekaran, min malek ji bo şexsekî girt. Ji bo vê malê, min 1.5 mîlyar pere da, tevî pereyê komîsyonê yê mehekê. Teqemenî li Dîlokê bû. Ji xwe berî ez biçim Edeneyê 3-4 rojan li ser rê û rêbazên bicihkirina bombeyan perwede dabûn min. Efe ev perwerde dabû min. Ji ber ku ji bo vê wezîfeyê em bi hev re çûbûn Dîlokê. Dûre me her du avahî bombe kiribûn.

GIRÎNGIYA DÎLOKÊ

Dîlok çima ji bo DAIŞ'ê girîng e?

Sedema bingehîn rê ye. Wekî din, cemaet hebû. Rêxistinbûyîna DAIŞ'ê li Stenbol, Konya, Enqere û hemû bajarên Kurdan heye. Lê belê, ji bo sînor bi xurtî were bikaranîn Dîlok weke navend hatiye hilbijartin. Mesela li Rihayê Kurd û alîgirên PKK'ê gelekî zêde ye, lewma ev der nikare bibe navendek. Rêya herî ewle û nevandî Dîlok e. Yanî dema tu ji Dîlokê derbas bû, yekser derbasî herêma DAIŞ'ê dibe. Ji Tirkiyeyê yên em ji wan re Mûhacîrîn dibêjin, tên. Ji her devera cîhanê tên. Wekî din ji nava Tirkiyeyê bi xwe şervan tên. Ev, heta derbas bibin wextekê li Dîlokê dimînin. Li gelemperiya Tirkiyeyê dema li telefonan neyê guhdarîkirin an jî guman li ser tinebe, mirov dikare bêje, dibe ku emniyet nebîne. Lê belê pitşî ku hat Dîlokê cih teng dibe. Mirovên ji her devera cîhanê tên, li vê derê ji cihekî teng derbas dibin. Yanî ji navçe û gundên Dîlokê derbas dibin. Nepekane ku emniyet û hêzên ewlekariyê wan nebînin. Mesela, dema em cara ewilî hatin, cihê em tê de derbas bûn mîna kolanekê bû. Tel hatibû daxisitn, cihê derbasbûnê veguherîbû rêyekê. Li klûbeyên nobedê yên nêzî cihê em jê derbas bûn, kes tinebû. Dema em derbas dibûn, yên dihatin û diçûn jî hebûn. Bi komên ji 20-30 kesan derbas dibûn. Li cihên din, bi rêya komên din me xwe digihand DAIŞ'ê. Lê li Dîlokê me yekser xwe digihand DAIŞ'ê. Yanî ev der cihê me bû.

Yanî DAIŞ li vê derê rêxistinbûyî ye. Ji ber ku dema em bi malbatî ji Edeneyê hatin, em di Dîlokê re derbas bûn. Rêyên me li çend cihan bûn. Lê hemû jî li derdora Dîlok û Kîlîsê bûn. Yek ji van jî aliyê Raî bû. Yanî ji aliyê Raî, Çobanbeyê em derbas dibûn. Wekî din me aliyê Elbeylî bi kar danîn. Yek ji cihên me herî zêde bi kar danîn jî Karkamiş bû. Yanî aliyê Cerablûsê. Ev rê ji bo me timî vekirî bûn.

'EZ DÎLGIRTÎBÛM, LÊ DI ÊRÎŞA LI TAKSÎMÊ DE NAVÊ MIN DAN'

Di nava koma me de êrîşkarekî bombeya zindî hebû. Navê wî Hûbeyb bû. Ji Rihayê ye, lê di nava koma Dîlokê de cih digire. Dema li Taksîmê bombeya zindî teqiya, navên min dan. Dema li Taksîmê bombeya zindî teqiya, ez dîlgirtî bûm. Navê min dan. Hevalên li Kobanê wê çaxê hiştin malbata xwe bibînim. Ji sedî sed agahî çûye ber destê MÎT'ê ku dîl hatime girtin. Sê roj piştî axaftina bi malbatê re, nûçe hatin weşandin û hat gotin ku ew bombeyê zindî ez im.

Piştî bûyerên bombekirina avahiyên li Edene û Mersînê, min ji emîrê xwe Ebû Mûshap nasname xwest. Min jê re got, eger hûn têkildarî Tirkiyeyê karekî difikirin, divê hûn nasnameyekê bidin min. Ebû Mûshap got, 'ne tiştekî mezin e, tu bisekine, sebir bike, em ê hal bikin'. Deh panzdeh roj piştî vê daxwazê, Ebû Mûshap ez bir Reqqayê û wêne da kişandin. Ebû Mûshap mehek piştî vê, li cihekî nêzî Girê Spî hat kuştin. Li cem Ebû Mûshap ji koma min a ewlekariyê Ebû Bekîr û Ebû Ramazan jî hebûn. Her sê hatin kuştin. Ji ber ku Ebû Mûshap hat kuştin, meseleya min a nasnameyê ma. Yanî nasname êdî negihaşt ber destê min.

Piştî teqîna li Enqereyê, emniyet bûyerê lêkolîn dike. Emniyet tespît dike ku kesê ew bûyer kiriye hatiye Dîlokê. Kesek tê girtin. Ji kesê hatiye girtin adres tên girtin. Piştî girtina nasnameyan davêjin ser depoyekê. Li wê depoyê, nasnameyek ji bo min li ser navê Hamza Tombak hatiye amadekirin bi dest dixin. Her wiha nasnameyên zarokekî, jinekê û mêrekî jî bi dest dixin. Dûre nûçeyan diweşînin û dibêjin 'ev bombeyên zindî ne, wê li Tirkiyeyê çalakiyan bikin'. Piştî weşandina van nûçeyan xwişka min ji hevsera min a li Reqqayê re mesajekê dinivîsîne û li min dipirse. Dema ji bo destûrê çûm malê, hevsera min got. Di nava me de dema bêhnvedanê hebû. Hevsera min li malê ji min re got, min jî ji xwişka xwe re mesajek nivîsan û got ez li malê me. Heta hingî ez bi deng naxivîbûm, ji bo dengê min neyê qeydkirin. Ji bo dilê malbata min rehet be, bi deng axivîm û ji wan re got ez li Sûriyeyê me, min meraq nekin. Ji bo bawer bikin, min kurê xwe jî da axaftin.

TIRKIYE ÇIMA DESTEKÊ DIDE?

Çima êrîş li hemberî Kurdan û herêmên Kurdan tên kirin?

Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de lihevkirinek heye. Dibe ku fermî nîne, lê fermî jî be heta niha nehatiye eşkerekirin. Tê zanîn, Tirkiye li dijî Kurdan destekê dide artêşa azad û komên jê çêbûyî. Tê zanîn li Tirkiyeyê kampên artêşa azad, nûnerên wan ên fermî, navenda wan hene. Li hin cihên Hatay û Anatoliya Navîn kampên wan hene, ev jî tê zanîn.

Ji ber ku DAIŞ gef e û li dijî Kurdan bi kar tîne, Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê. Mînak; dema Mûsil hat bidestxistin li Konsolosxaneya Tirk bi qasî 50 kes dîl hatin girtin. Ji ber ku ev esîr di destê yên me de bûn, hemû rê li me vekirin. Bi her awayî em bi hêsanî tevgeriyan. Ew esîr bi sed hevalên me yên li Tirkiyeyê girtî pev hat guhertin.

Dewleta Tirk û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ji ber ku li dijî Kurdan e destekê didin me. Naxwe ne ku ji me hez dike. Ji ber ku ti eleqeya wan bi Îslamiyetê re nîne. Eger em li hemberî Kurdan şer nekin, rojekê jî destekê nadin me. Rast e, niha bi rengekî gelekî vekirî ji me re negotine terorîst. Lê em ji wî re bi awayekî vekirî dibêjin 'kafir'.

Rejîma Tirkiyeyê, DYA, rejîma Iraqê ji bo me ewqasî girîng nîne. Lê rejîma Sûriyeyê girîng e. Ji ber ku em Sûriyeyê weke navenda Dewleta Îslamê ya bê avakirin dibînin. Me heta niha li hemberî rejîma Sûriyeyê şerekî cidî nemeşand. Dema pêwîstiya me bi çek û cebilxaneyan çêdibe, em êrîşî navendên leşkerî yan jî baregehan dikin. Wekî din me tiştek li hemberî wan nekir.

EBÛ HANZALA

Ebû Hanzala yanî Haci Bayûncûk têkiliyeke xwe y çawa bi DAIŞ'ê re heye?

Ez bi Ebû Hanzala baş dizanim. Min ew qet nedîtiye. Lê belê li ser înternetê me timî li deng û dîmenên wî guhdarî dikir. Me timî pirtûkên wî xwend. Di pirtûkên xwe de qala ayet, hadîs û aqîdeyên Îslamê dike. Rêya Îslamê nîşan dide. Dibêje ev rê jî rêya cîhadê ye. Ya ku em ji pirtûka wî hîn bû ew bû, ku li Tirkiyeyê sîstemeke gunehan heye. Bi hînbûna vê yekê em ketin nava tevgerê. Pirtûka wî ji bo me pirtûka dersê bû. Li gorî ayet û hadîseyên wî qalê dikir, divê li Tirkiyeyê şerek derkeve. Li Tirkiyeyê 2 caran hat girtin, her carê jî hat berdan. Ebû Hanzala cara ewilî berî du salan hat girtin. Ji aliyê DAIŞ'ê ve xîlafet hê nû hatibû ragihandin. Di axaftineke xwe de pesnê DAIŞ'ê û xîlafetê dida. Ji ber vê yekê hatibû girtin. Piştî 5 an jî 6 mehan hat berdan. Dema li girtî bû, li kovara bi navê Tevhîdê li dijî aqîdeya DAIŞ'ê nivîsek weşandibû. Em nizanin gelo ji ber zexta polîsan an jî bi rastî jî pê bawer dikir, weşandibû. Cemaet piştî wê axaftian Ebû Hanzala bû du parçe. Hin ji van hatin şer, hin jî nehatin. Ew jî hat berdan. Aqîdeya Ebû Hanzala gelekî xurt e. Kî wê dixwîne tê cîhadê.