ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Rastiya Kurd, Cenevre-3 û Tirkiye xitimand'
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, hevdîtinên Cenevre-3 ên bêyî Kurdan hatin lidarxistin, di rewşa heyî de xitimîne. -
Gerîlayê HPG’ê Ozhan ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Adem Ozhan (Simko Tendurek) ê ku di şerê li navçeya Şax a Wanê de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Bazîd a Agiriyê hate definkirin. -
Artêşa Tirk carek din jî êrîşî gundê Efrînê kir
Artêşa Tirk cardin bi çekên giran êrîşî gundê Dîkmetaş ê navçeya Şera ya Efrînê dike. -
Eren Erdem ber bi Berlînê ve kete rê
Perlementerê CHP’ê yê Stenbolê Eren Erdem ê ku bi fermana dozgeriyê li Balafirxaneya Ataturkê hate ragirtin, saet 18:50’an de ji bo biçe Berlînê li balafirê siwar bû. -
Li Minbicê wesayîtên bombebarkirî yên DAIŞ’ê hate îmhakirin
Li Mibicê 3’yê wesayîtên bombebarkirî yên DAIŞ’ê hatin îmhakirin. -
Daxwaza hevdîtina cejnê ya bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Buroya Hiqûqê a Asrin a li ser navê malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirbûn, bi hinceta ku “Keştî xirabeye” hate redkirin. -
Li Swêdê nijadperestên ku êrîşî xwepêşandana 8’ê Adarê kiribûn li pêşiya darazê ne
Der barê 2 endamên koma nijadperest û faşîst a bi navê partiya Sêwêdiyan ku li Malmo êrîş biribûn ser çalakiya 8’ ê Adarê ku femînîstan li dar xistibûn û 4 kes birîndar kiribûn, doz hate vekirin. -
‘Kurd divê bi hêza xwe bawer bin; yekîtiya xwe xurt bikin’
Serokê Navenda Lêhûrbûn û Lêkolîna Kurdên Misirê Recayy Fayyîd ku ji serwîsa Erebî ya ANF’ê re axivî, got divê Kurd bi hev re têbikoşin. -
Ji beriya cejnê goristan hatin ziyaretkirin
Li Riha û Îzmîrê, bi wesîleya Cejna Remezanê goristanên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin. -
Parlamenterê CHP’ê Erdem hate binçavkirin
Parlamenterê CHP’ê Eren Erdem, bi biryara dozgeriyê piştî li firokeyê siwar bû, hate peyakirin û hate binçavkirin. -
Ji HDK-Ewropayê li dijî YE û Tirkiyeyê kampanya
HDK-Ewropa di serî penaberî li dijî peyamanên di navbera YE û Ewropayê de li paytexta Elmanya Berlînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. -
NCKD’ê bang li NY, YE û Swêdê kir ku li hember Tirkiyeyê xwedî helwest bin
NCKD-S, diyar kir ku dewleta Tirk ji bo li herêmê sûcên xwe yên şer binixumîne, herêmên qedexe îlan dike, rê nade ku rojnamevan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî biçin van herêman. -
Ji Otêla Madimakê Heta Jêrzemînên Cizîrê Qetlîamên AKP Ê- Selahadîn Erdem
Bûyerên 2’yê Tîrmeha sala 1993’yan a Sêwasê ku di otêlekê de mirovin hatin şewitandin û yên Sibata sala 2016 an a di jêrzemînên Cizîrê de bi benzînê hatin sotin çiqasî dişibine hevdu. Pêvajoyeke girîng ji Sêwasê heta Cizîrê di meriyetê de ye. -
Li Stûttgartê ji bo Teroyan
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, ji bo Teroyan şeveke piştgiriyê hat lidarxistin. -
Zîlan li Moskowayê hat bîranîn
Kurdistaniyên li Federasyona Rûsyayê dijîn, gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anîn. -
Sûcû: Ozgur Gundem li dijî talankirina xwezayê derdikeve
Sergen Sûcû ku ji bo rojekê bû rêveberê weşana giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê got, "Ez serbilind im ji ber ku li vir im." -
Yên bi wê êşê dizanin pirsîn: Hûrşît Kulter li ku ye?
Gelek kesên xizmên wan di cînayetên siyasî û kuştinên kiryar nediyar de hatine qetilkirin, bi rêya medya civakî pirsa "Hûrşît Kulter li ku ye?" pirsîn. -
Şehîdên Rojava li Bûenos Aîresê hatin bîranîn
Kurdistan Desde del Sur, ji bo şehîdên Rojava merasîmeke bîranînê lidar xist. -
Li Stûttgartê bîranîna 2 şehîdên Rojava
Şervana MLKP'ê Sevda Çagdaş (Raperîn) û şervana BOG'ê Eylem Ataş ên li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd ketin, hatin bîranîn. -
Li Dresden û Romayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê û li bajarê Roma yê Îtalyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hatin vedan. -
Şehîdên Sêwasê li Parîsê hatin bîranîn
Rewşenbîrên di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Sêwasê hatin qetilkirin, li paytexta Fransa Parîsê hatin bîranîn. -
'Di dema herî rast de em li cihê herî rast bûn; li Pirsûsê'
Yuzgeç û Ok ên bi saxî ji komkujiya Pirsûsê filitîn gotin, "Li ser banga şoreşê em bi rê ketin. Di dema herî radest de em li cihê herî rast bûn." -
KCDK-E ji bo meşa 9'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E ji bo meşa 9'ê Hezîranê ya li Dusseldorfê, ku wê li dijî polîtîkayên hikûmetên AKP û Elman ên krîmînalîzekirina Kurdan bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Li Viyanayê hewldana êrîşê li ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê faşîstên nîjatperest hewldan êrîşî DEM KURD a girdayî Navenda Civak Kurd a Demokratîk bikin. -
NAV DEM: Cejna remezanê li gelê me piroz be!
NAV-DEM’ê bi daxuyaniyekî nivîskî cejna Remezanê ya alema îslamê pîroz kir. Da zanîn ku bi sedema şerê li Kurdistanê tê meşandin, gelê Kurd nikare cejna mubarek a Remezanê pîroz bikin.