Partiya Komunîst a Lubnanê ji bo Ocalan bang kir

Partiya Komunîst a Lubnanê, destek da kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Partiya Komunîst a Lubnanê, ji bo destekê bide kampanya îmzeyan a Kongra Star a li Rojava bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan daye destpêkirin, nameyek weşand.

Name bi vî rengî ye: "Ji hevrêyên me yên li Buroya Dîplomasiyê ya Kongra Star re; bi vê nameyê em dixwazin destekê bidin kampanyaya we ya îmzeyan a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Em careke din dubare dikin, ku ji bo derxistina Ocalan ji zîndana dewleta Tirk a faşîst, em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Mafê her gelî heye li gorî çanda xwe bijî. Pêwîste ev wehşeta li Ocalan û şervanên Kurdistanî tê kirin, derhal bê qedandin. Divê pêşî li çareseriya siyasî û demokratîk a ji bo gelan were vekirin."