Li Bregenzê konê agahdarkirinê

Li bajarê Bregenz ê Awûstûryayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat vedan.

Di çalakiya li navenda bajêr de, têkildarî tecrîda li ser Ocalan û polîtîkayên qetlîamker ên AKP li Kurdistanê dimeşîne, agahî hat dayîn. Bi vê armancê gelek belavok hatin belavkirin.

Komek ji faşîstan xwest êrîşî çalakiyê bike. Di encama nerazîbûna ciwanên Kurd û tedbîrê polîsen Awûstûryayê de, pêşî li rûdana bûyerekê hat girtin.

Hat hînbûn polîsan serokê baskê ciwanan ê Ulku Ocaklari yê Dorbînê binçav kirine.

...